Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Eyaleta Teksasê ya Amerîkayê şahidê zêdebûneke berçav a axaftinên dijî-Îslamê ye. Digel ku hin serokên Partiya Komarparêz a Amerîkayê têne tawanbar kirin ku îslamofobiyê ji şîarek hilbijartinê veguherandine diyardeyeke ku di jiyana rojane ya misilmanên vî welatî de, li dibistan, zanîngeh û cihên giştî de xwe vedide. Mijareke ku rojnameya "Guardian" di raporteke xwe de pê re mijûl bûye.
Ev rojname dibêje ku tiştê ku di dema hilbijartinên seretayî yên Partiya Komarparêz a Amerîkayê bi wêjeya siyasî ya tund a li dijî Îslamê dest pê kir, niha di tevgerên giştî de jî xwe nîşan dide û misilmanên Amerîkayê bi awayekî zêde dike hedef.
Veguhestina axaftina siyasî bo jiyana rojane ya misilmanên Amerîkayê
Di rapora Guardianê de hatiye nivîsandin ku "Nîla Sîd" endama Civata Dadweriya Civakî ya Navenda Îslamî ya Amerîkaya Bakur li bajarê Dallasê ya eyaleta Teksasê, gotiye ku ev axaftin, bêguman derbasî civakê dibe. Wê destnîşan kiriye ku du keçên wê yên biçûk li dibistanê rastî pirsên ku li ser bingeha klîşeyên têkildarî Îslamê hatine derxistin, hatiye, di nav de îdiaya ku misilmanan bi jinan re tevgera neguncaw dikin.
Ev rojname zêde dike ku hejmarek misilmanên Amerîkî dema ku tenê ji malê derdikevin, xwe ne ewle hîs dikin û hinên din jî ji ber gef û aciziyên înternetê tercîh dikin ku nasnameya xwe eşkere nekin.
Herwiha xwendekarên misilman ên Zanîngeha "Houston" ya eyaleta Teksasê dema ku nimêj dikirin, rastî bûyera şewitandina nusxeyeke Qur'anê hatin û jinên bicihêz jî li cihên giştî rastî heqaretên devkî hatin.
Rola Komarparêzên Amerîkayê di berfirehkirina wêjeya dijî-Îslamê de
Guardianê behsa vîdyoyek kiriye ku tê de jinek li firoşgehekê êrîşî du jinên misilman dike û gotiye: "Ev welat welatê misilmanan nîne, welatê xiristiyanan e."
Ev vîdyo deng vedayek berfireh stand û tewra kampanyayek berhevkirina alîkariya darayî ya piştgirîya wê jinê nêzîkê 145 hezar dolar berhev kir.
Ev rapor herwiha rola hejmarek siyasetmedarên Komarparêz ên Amerîkayê, di nav de "Brandon Gîl" nûnerê Kongreya Amerîkayê, di xurtkirina vê axaftinê de ronî dike.
Gîl xwestiye koçberiya ji welatên ku piraniya wan misilman in bo Amerîkayê bê rawestandin û peyamek ji bo dengdêrên xwe bi sernavê "Niha koçberiya îslamî rawestînin, ne ew be ku zarokên me dê bihayê wê bidin" belav kiriye.
Li gorî nivîsa Guardianê, ev helwestên din êdî tenê nerînên kesane nînin, belkî bûne beşek ji pêşîneyên Partiya Komarparêz a Amerîkayê li eyaleta Teksasê. Partiya ku di konferansa xwe ya dawî de dirûşma "Na ji şerîetê re li Teksasê" pêşniyar kir û xwest ku qanûnên îslamî wek tawan bên nasîn, her çend pispor tekez dikin ku tu hewldanek ji bo bicihanîna şerîeta îslamî li vê eyaletê tune be.
Misilman; di navbera hîsa tirsê û berxwedana civakî de
Yek ji beşdarên misilman ên vê konferansê ku bi navê dizî "Omer" hatiye nasandin, gotiye ku pir caran bihîstiye ku hin kes, misilmanan terorîst dibêjin û dixwazin ku ew ji Amerîkayê derkevin.
Wî got: "Em girîngiyê didin mijarên ku her Amerîkî girîngiyê dide wan... em bav, hevser, karker û xwediyê karsaziyê ne."
Wî herwiha zêde kir: "Ev ne ew Amerîkaya ye ku ez bi bawer im, lê ez ji vir naçim û tu derê naçim."
Tirsa ji beşdariya siyasî û kêmbûna hebûna misilmanan
Guardianê ji "Şîla Feyzî" namzeta Partiya Kesk a ji bo postê çavdêriya hesabên eyaleta Teksasê, vegotiye ku zêdebûna nîjadperestiyê bûye sedem ku misilmanên Amerîkayê di jiyana xwe ya rojane de zêdetir vekişînekê hîs bikin.
Wê bawer dike ku ev atmosfer tirs û xemgîniyê di nav misilmanên ku dixwazin têkevin çalakiyên siyasî yên Amerîkayê de zêde kiriye. Bi taybetî dema ku misilman di avahiyên hikûmeta Amerîkayê de hebûneke sînordar heye, ji ber ku di Meclisa Yasasa ya eyaleta Teksasê de tenê du nûnerên misilman hene.
Nîqaşa li ser perwerdehiya Îslamê li dibistanên Amerîkayê
Ev rapor herwiha behsa aloziyên têkildarî nûvekirina bernameyên lêkolînên civakî li dibistanên eyaleta Teksasê dike.
Rexnegiran dibêjin ku ev bername cîhê zêdetir daye têgîna awarte-bûna Amerîkayê û bandorên Cihû-Xiristiyanî, lê perwerdehiya li ser koleyan, mafên sivîl, çand û olên cîhanê kêm bûye.
Di civîna lêkolîna van bernameyan de, Nîla Sîd guh da axaftinên ku bi perwerdehiya şaristaniya îslamî re dijaberiya dikirin. Wê got ku hîs kiriye ku ew li ser misilmanan diaxivin, ne bi misilmanan re, dema ku wê bi xwe bi cihêz li heman salonê amade bû.
Hewldana ji bo li ber siyasîbûna olê sekinîn
Rapor di dawiyê de behsa hewildanên "Suleyman Lalani" nûnerê misilman û damezrînerê koma diyaloga olan li Parlamentoya eyaleta Teksasê dike ji bo li ber karanîna siyasî ya olê bisekine.
Wî di civînek bi sernavê "Siyasîkirina baweriyê" de got: "Nezanî dibe sedema tirsê, tirs dibe sedema nefretê. Dema ku em têkilî daynin hev, em hîn dibin, hişyariyê zêde dikin, yek dibin û pêş diçin."
"Krîstîn Manuel" nûnera Demokrat jî rewşa heyî wiha kurte kir: "Ew ji nezanîya gel wek çek bikar tînin."
..................................
Dawiya peyam /
Etîket:
Amerîka, Misilmanên Amerîkayê, Îslam li Amerîkayê, Eyaleta Teksasê, Partiya Komarparêz
Your Comment