Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Li gorî nûçeyên Kurdistan Post û Reuters û Al-Monitorê:
Hikûmeta Sûriyê, bi ragihandina lîsteya 70 endamên ku ji aliyê Serokomar Ehmed El-Şeraa ve hatine destnîşankirin, pêkhateya parlamentoya demkî ya 210 endamî temam kir. Ev parlamen dê hefteya bê cara yekemîn civîna xwe lidar bixe. Her çend destnîşankirina jinan û hin nûnerên kêmneteweyên etnîk û olî weke hewldanek ji bo zêdekirina cihêrengiya siyasî bê nîşandan jî, lê ji holê rakirina temam a kesayetên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF) û berdewamiya rexneyên li ser komkirina desthilatê di destê serokomariyê de, hîn jî siya xwe li ser rewaîyeta vê pêvajoyê davêje.
Zêdetirî heşt meh piştî destpêkirina pêvajoya damezrandina parlamen-ta demkî ya Sûriyê, hikûmeta vî welatî roja çarşemê navên 70 endamên ku ji aliyê Ehmed El-Şeraa ve hatine destnîşankirin belav kirin da ku pêkhateya 210 endamî ya “Meclisa Gel” temam bibe. Li gorî gotina Mihemed Tahe El-Ehmed, serokê Komîteya Bilind a Dadwerî ya Hilbijartinên Parlamentoyê, danişîna yekemîn a vê parlamenê roja duşemê ya pêş de pêk were.
Ev parlamen di şert û mercên ku pergala siyasî ya nû ya Sûriyê li ser bingeha destûra bingehîn a demkî, avahiyeke serok-navendî heye û desthilatên meclîsê li gorî pergalên parlamentoyê sînorkirî ne, dest bi kar dike. Hikûmet ji bo berdewamiya çalakiyên xwe ne hewce ye ku dengê baweriyê ji meclîsê werbigire, lê parlamen dê xwediyê mafê lêkolîn û pejirandina qanûnan be û di heyamek 30 mehan de, erkekdar e ku qanûna nû ya hilbijartinan amade bike da ku rê ji bo lidarxistina yekemîn hilbijartina giştî piştî serdema veguherînê veke.
Hewldana ji bo nîşandana cihêrengiyeke zêdetir
Ehmed El-Şeraa berê soz dabû ku ji kota destnîşankirî ya serokomar ji bo telafîkirina kêmasiyên hilbijartina neyekser a sala borî bikar bîne. Di nav 70 endamên destnîşankirî de, 15 jin hene, ku hejmara jinên parlamentoyê ji şeş kesan derdixe 21 kesan; ev gavek e ku ji dîtina çavdêran, bersivek e ji rexneyên navxweyî û navneteweyî yên derbarê para hindik a jinan di avahiya siyasî ya nû ya Sûriyê de.
Herwiha çend kesayet ji kêmneteweyên etnîk û olî di nav destnîşankiriyan de tên dîtin; di nav wan de Ebdulhemîd Beşar ji Encumena Neteweyî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS), Leys El-Belûs ji civaka Druzan, Gabrîel Moşe Gawriye çalakvanek Asûrî-Xirîstiyan, Lara Qedîs parêzerek Kurd-Cihû ji Helebê û Rûzîna Lazkanî, lîstikvaneke naskirî ya televîzyona Sûriyê. Bi destnîşankirina du nûnerên Elewî re, hejmara nûnerên vê civakê derket pênc kesan.
Lê belê, hilbijartina nûnerên parêzgeha Sewe da ji ber rewşa ewlekarî ya berdewam a vê parêzgehê hate paşxistin. Ev herêm ji havîna borî ve û piştî şerên xwînî di navbera hêzên dewletê û komên çekdar ên Druzan de, hîn jî di bin kontrola tam a Şamê de nîne.
Rexneyên li ser komkirina desthilatê
Her çend hikûmet avakirina parlamenê weke gavek di rêya veguherîna siyasî û zêdekirina beşdariya neteweyî binav dike jî, lê rexnegiran bawer dikin ku rêçareya hilbijartina nûneran hîn jî nifûseke berfireh ji bo serokomariyê diparêze.
Du sêyemîn endamên parlamenê di sala borî de bi riya komîteyên hilbijartinê yên herêmî hatin hilbijartin; komîteyên ku di bin çavdêriya komîteya ku ji aliyê serokomar ve hatiye destnîşankirin dixebitîn. Hikûmet vê rêbazê weke encama şert û mercên ku ji ber zêdetirî deh salan şer, koçberkirina mîlyonan welatî û nebûna amarên rastîn ên demografîk aniye, rave dike, lê çalakvanên siyasî û rêxistinên mafên mirovan hişyarî dane ku ev rêbaz dikare serxwebûna parlamenê û pirrengiya siyasî lawaz bike.
Neteweyên Yekgirtî jî berê xwe li ser dirêjkirina pêvajoya damezrandina parlamenê nîgeranî nîşan dabû û ew kiribû sedemek ji bo zêdekirina nezelaliyê di pêvajoya veguherîna siyasî ya Sûriyê de.
Kurdên nêzîkî SDF hîn jî li derveyî avahiya desthilatê
Dema ku hikûmet hewl daye hebûna hin kêmneteweyan di parlamenê de zêde bike, pêkhateya nû xwedî windayeke girîng e; tu kesayetên nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (SDF) di nav 70 endamên destnîşankirî de nayên dîtin.
Ev mijar ji dîtina analîstan nîşana berdewamiya kêmkirina nifûsa siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avahiya nû ya desthilatê de ye. Tenê nûnerê girîng ê Kurd ê hatî destnîşankirin, Ebdulhemîd Beşar e ji Encumena Neteweyî ya Kurdî ya Sûriyê; ev jî rêxistineke ku weke hevrikiya siyasî ya Rêveberiya Xweser û SDF tê dîtin.
Ji holê rakirina nûnerên nêzîkî SDF di vê demê de çêdibe ku ev hêz piştî pevçûnên berfireh bi artêşa Sûriyê re di meha Çile de, beşek mezin ji herêmên di bin kontrola xwe de winda kirin û derketina hêzên Amerîkî ji bakurê rojhilatê Sûriyê jî rewşa wan bêtir lawaz kir. Her çend piştî agirbestê bi navbeynkariya Amerîka, pêvajoya yekgirtina hêdî hêdî ya hêzên SDF di nava artêşa Sûriyê de dest pê kiriye û hin fermandarên wan hêzan di avahiya leşkerî ya Şamê de berpirsyarî girtine jî, lê ev pêvajo heta niha nebûye sedema beşdarîkirina wan a bibandor di saziyên siyasî de.
Pêşîneyên Parlamena Nû
Pispor bawer dikin ku parlamen-ta demkî bi komek ji zehmetiyên tevlihev re dê rû bi rû bimîne. Amadekirina qanûna hilbijartinan, pejirandina qanûnên têkildarî dadweriya veguherînê, çareserkirina kiryarên serdema desthilata Beşar Esed û herwiha lêkolîna binpêkirinên ku di dema veguherînê de hatine kirin, ji erkên herî girîng ên vê saziyê ne.
Li gel vê yekê, têkoşîna li dijî tundûtûjiya mezhebî, kontrolkirina gotinên nefretê, xurtkirina desthilata qanûnê û afirandina çarçoveyeke qanûnî ya zelal ji bo kişandina veberhênana derveyî ji pêşîneyên din in ku serkeftina hikûmeta Ehmed El-Şeraa di nûavakirina Sûriyê de heta radeyeke mezin dê bi bidestxistina wan ve girêdayî be.
Bi giştî, pêkhateya nû ya parlamenê nîşan dide ku Şam hewl daye bi zêdekirina hebûna jinan û hin kêmneteweyan, wêneyekî berfirehtir ji pergala siyasî ya piştî Esed nîşan bide. Lê belê, berdewamiya komkirina desthilatê di saziya serokomariyê de, sînorkirina desthilatên parlamenê û ji holê rakirina temam a nûnerên nêzîkî Hêzên Demokratîk ên Sûriyê, nîşan dide ku pêvajoya veguherîna siyasî ya Sûriyê hîn jî bi zehmetiyên giran di warê beşdariya rastîn û nûneratiya hemû alîgirên siyasî û etnîkî de rû bi rû maye.
Your Comment