Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — HDKA’yê bi daxuyaniyek ragihand şeva borî rejîma Îranê carek din bi dronekê êrişî ser Kampa Dêgele ya li nêzî navçeya Koye kir.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Kampa Dêgele cihê niştecihbûna beşek ji malbatên partiya wane û ji dema şerê 40 rojî û piştî ragihandina agirbesta navbera Amerîka-Îranê ve jî Îranê gelek caran êrişî vê kampê kiriye.
Her wiha hatiye diyarkirin ku ji dema despêkirina şarê Amerîka-Îsraîl û Îranê ve zêdetirî 139 caran bi muşek û dronan êrişî kampên malbatên HDKA’yê, navendên tendirustî û perwerdeyê hatiye kirin.
Di derbarê zerer û ziyanên êrişê de ti agahiyek nehat parve kirin.
Your Comment