Li gorî ragihandina Ajansa Ehlê Beytê (s.x) –ABNA – Wezareta Derve ya rejîma siyonîst ragihand ku 10 welatên Ewropî û rojavayî rê li ber têketina Îtamar Ben-Gvîr Wezîrê Ewlekariya Navxweyî û Bêzalel Smotrich Wezîrê Darayî yê Îsraîlê girtine.
Wezareta Derve ya rejîma siyonîst di bersiva pirsê Gilad Karîv nûnerê Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) de ragihand ku vê guherîna dîplomatîk bi baldarî dişopîne û ji welatên navborî xwestiye ku li biryarên xwe, yên ku ji nêrîna vê wezaretê bêbername ne, ji nû ve binerin.
Ji aliyê din ve, Gilad Karîv nûnerê Knessetê, parastina Wezareta Derve ya ji Îtamar Ben-Gvîr û Bêzalel Smotrich re wek nîşana teslîmbûna Binyamîn Netanyahû û wezîrên Partiya Lîkudê li ber ceryana rastgiriya tundraw terîf kir û hişyar da ku ev krîza dîplomatîk a bêhempa, ewlekariya hemî welatiyên Îsraîlê dike xeterê.
Heta niha welatên Brîtanya, Kanada, Awistralya, Holenda, Spanya, Belçîka, Norwêc, Îrlanda, Nû Zelenda û Fransayê rê li ber têketina van her du wezîrên tundraw ên Îsraîlî girtine.
.............
Dawiya peyamê /
Etîket:
- Îsraîl
- Ewropa
Your Comment