5 July 2026 - 22:31
Source: Tasnim News
Hocet-ul-Îslam Ejeî careke din wekî Serokê Desthilata Dadwerî hate destnîşankirin

Rêberê Mezîm ê Şoreşê Îslamî, Hocet-ul-Îslam Xulamhusên Ejeî careke din wekî Serokê Desthilata Dadwerî hat destnîşan kirin..

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Rêberê Mezîm ê Şoreşa Îslamî, Ayetullah Seyîd Mûçteba Xamineyî, di fermana xwe ya fermî de Hojet-ul-Îslam wel-Muslimîn Muhsînî Ejeî cardin wekî Serokê Desthilata Dadwerî destnîşan kir.

Nivîsa fermana Rêberê Şoreşa Îslamî wiha ye:

Bi navê Xwedayê dilovan û dilovîn,

Cenabê Hojet-ul-Îslam wel-Muslimîn birêz Muhsînî Ejeî (Damt Towfîqatuhu),

Bi spasdarî li hember hewldanên binirx û dilsozên cenabê we, li ser esasê xala sed û pêncî û heftan a Destûra Bingehîn, ez cenabê we wekî Serokê Desthilata Dadwerî erkdar dikim.

Koma daxwazên ku ji aliyê “Rêberê Şehîd” (Rehma Xwedê li ser be) hatine anîn û xalên ku di peyama min a roja 7ê Tîrmeha 1405an de hatine diyarkirin, rêya guhertin, geşbûn û gihîştina bi Desthilata Dadwerî ya xwestî nîşan didin.

Ez hêvîdar im ku bi hewldanên zêdetir ên cenabê we û dadwerên hêja û hevalên we yên birêz di saziya dadwerî de, û bi duayên “Serwerê me”hz.Îmam Zaman(Xweda Lizuhora wî lez bikê), miletê mezin ê Îranê ji encamên van xebatan sûdmend bibe.

Seyîd Mûçteba Husênî Xamineyî

13ê Tîrmeha 1405an

Dawîya peyamê/

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha