Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Mesûd Pizişkiyan di Civîna Navnerwî ya Îmam Xamineyî, rêberê mayinde yê berxwedanê, bi pêgîriya li ser cîgeha bijare ya rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê got: Mezinatî, izet, birêvebirin û xurtbûna wî seratir ji viya ye ku meriv bikaribe bi peyvan wesif bike û ya ku îro rojê di hest, rondik û beşdariya pircoş a xelkê di cihê curbicur tên dîtin, nîşaneya herî zelal a cîgeha wî di nav gelê Îranê û azadeyên cîhanê ye. Mesûd Pizişkiyan amajeyî cîgeha rêberê şehîd kir û yekbûna umeta îslamî rêya herî girîng a sekinîna li hember pîlan û destdirêjiyên dijminan da zanîn û li ser pêwîstiya yekrêziya misilmanan, sekinîna li hember cidatiyê, şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst û dewama rêya berxwedan, edaletxwezî û serxwebûnê pêgîrî kir.
..........
Dawîya Nûçeyî/
Your Comment