18 July 2026 - 20:38
Source: kmr.abna24.com
Mamedanî, Netenyahu wekî tawankarê şer binav kir; ji bo girtina wî li New Yorkê şêwirmendiya dadî tê kirin

Şaredarê New Yorkê bi bîranîna helwestên xwe yên berê yên di dema pêşbaziyên hilbijartinê de, piştrast kir ku heke piştgiriya qanûnî hebe, dê ji bo bicîhanîna biryara Dadgeha Cezayê Navneteweyî tevbigere.

Li gor ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beyt (s.x) – ABNA – Şaredarê New Yorkê, dema ku Benyamin Netenyahu, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst, wekî "tawankarê şer" binav kir, ragihand ku hê jî li ser rêyên qanûnî yên ji bo girtina wî ger ku ew bikeve vê bajarê, lêkolînê dike.

Zehran Memedanî di hevpeyvînekê de bi rojnameya New York Times re piştrast kir ku hikûmeta bajarî ya New Yorkê li ser hêzên qanûnî yên xwe yên derbarê bicîhanîna muhtemel a biryara girtina Netenyahû di dema amadebûna wî li Civîna Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di meha Îlonê de, nirxandinê dike.

Memedanî bi îşareta biryara desteserkirina ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Navneteweyî ve li dijî Serokwezîrê Rejîma Siyonîst hatiye derxistin, diyar kir ku "cihê Netenyahû Laheyê ye" û divê ew li hember sûcên têkildarî şerê Xezeyê bersivdar be.

Wî her wiha ragihand ku ew bi birêveberiya qanûnî ya bajarê New Yorkê re şêwirmendiya berdewam dike da ku were zanîn gelo ew xwedî destûra qanûnî ya pêwîst e ji bo derxistina fermanek girtinê ya ji bo karbidestek biyanî ye yan na.

Şaredarê New Yorkê bi bîranîna helwestên xwe yên berê yên di dema pêşbaziyên hilbijartinê de, piştrast kir ku heke piştgiriya qanûnî hebe, dê ji bo bicîhanîna biryara Dadgeha Cezayê Navneteweyî tevbigere. Wî berê jî şerê Xezeyê li gor nirxandinên hin saziyên navneteweyî, wekî "komkujî" binav kiribû.

Berevajî vê, Netenyahû van daxuyaniyan red kir û şaredarê New Yorkê bi piştgiriya Hemasê tawanbar kir. Ev guhertin di demekê de rû didin ku nîşanên guherîna nêzîkatiya beşek ji Partiya Demokrat a Amerîkayê ber bi Rejîma Siyonîst ve têne dîtin; bi awayekî ku di rojên dawî de nêzîkî nîvê nimînenderên Demokrat ên Meclisa Nimînenderan a Amerîkayê ji bo pêşnûara birçîna alîkariyên Waşingtonê ji Îsraîlê re dengê erênî dan; ev kiryar ji nêrîna çavdêran, nîşana zêdebûna rexneyan ji siyasetên Tel Avîvê di şerê Xezeyê de ye.

..........................................

Dawiya peyamê

Etîket:

  • Rejîma Siyonîst
  • New York
  • Waşington
  • Lahey
  • Îsraîl
  • Benyamin Netenyahu
  • Amerîka (DYA)
  • Zehran Memedanî
  • Hemas

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha