Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Piştî nîvroya îro axêverê hêzên çekdar ên Yemenê di daxuyaniyekê de got:
"Me du operasyonên leşkerî yên taybet pêk anîn. Di operasyona yekem de, armancên girîng û hestiyar li tesîsên Aramko li Cîzan bi dehan mûşekên balîstîk û firokeyên bêmirov (drone) hatin armanckirin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyona duyem de jî armancên hestiyar ên şirketa Aramco li Yenbu bi çend mûşekên balîstîk, mûşekên kruz û firokeyên bêmirov hatin armanckirin.
General Yehya Serî, axêverê hêzên çekdar ên Yemenê, di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku her du operasyon bi rastî û serkeftî hatin pêkanîn.
Wî herwiha got ku dorpêça deryayî ya li dijî "dijminê Siûdî" hê jî didome.
Yehya Serî diyar kir: "Zêdekirina êrişan nîşan dide ku Erebistana Siûdî di berdewamkirina dorpêça li dijî gelê Yemenê û binpêkirina serweriya welatê me de israr dike."
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî hişyarî da ku li gorî pêşketinên qada şer di demjimêr û rojên pêş de, di çarçoveya hevokê 'Dorpêç li hember dorpêç û zêdekirin li hember zêdekirin' de, di firehkirin û zêdekirina gavên xwe de tu dudiliyê nîşan nade.
……………….
Dawiya peyamê
Etîket:
- Yehya Serî
- Yemen
- Erebistana Siûdî
Your Comment