2 August 2026 - 11:46
Source: kmr.abna24.com
«Şevên çandî yên Îranê li Silêmaniyê hatin lidarxistin»

«Hevdem ligel rojên amadebûna ziyaretkarên Erbainê, “Şevên çandî” li konê (xêveta) mezin ê Îraniyan li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, bi pêşwaziyeke berfireh ji aliyê ziyaretkar û xelkê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna hevbeş a şîe û sunniyan.»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Armanca vê bernameya çandî, xurtkirina hevgirtina îslamî, nasandina hevbeşiyên çandî yên xelkê Îran û Herêma Kurdistanê, pêşvebirina çanda mêvandariya Erbainê û avakirina keşeke dostane di navbera ziyaretkarên şîe û sunniyan de bû.»
«Amadebûna malbatên Iraqî, ziyaretkarên Îranî û komek zanyarên şîe û sunniyan, nîşaneya pêkvejenî, rêzgirtina ji hev û yekitiya îslamî di vê bûyera çandî de bû. Beşdaran tekezî li ser wê yekê kirin ku evîna Ehl-ul-beytê (s.x) û nirxên mirovî bingeha hevgirtina misilmanan in û li ser berdewambûna van cure bernameyan li ser riya Erbainê tekez kirin.»
«Xêveta mezin a Îranê li Silêmaniyê ku salane li ser riya peyadeya Erbainê tê danîn, îsal amade ye ji bo mêvandariya hezaran ziyaretkarên Îranî û Iraqî bi dabînkirina cihên mayînê yên guncaw, xwarin û xizmetguzariyên bijîşkî, rêberiya ziyaretkaran û cîbicîkirina bernameyên çandî.»
«Ev karwan wekî yek ji navendên xizmetguzarî yên giring li ser riya deriyê Başmax bo mezelên pîroz tê hesibandin û şiyana wê heye ku hejmareke zêde ya ziyaretkaran bihewîne.»
Etiket: Xêvet-Hevdem -Lidarxistin - Pêkvejenî

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha