Li gorî KurdPress, Destgeha Ewlekariya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di navbera saet 12:35 û 14:00'ê roja Duşemê, 27ê Tîrmehê de, pênc balafirên bêmirov (drone) bajarê Koysincaq (Koye) û deverên derdora wê armanc kirin.
Li gorî vê daxuyaniyê, di saet 05:20'ê sibê ya roja Sêşemê, 28ê Tîrmehê de jî êrişeke din a bi drone li herêma Şarbajêr hate kirin.
Destgeha Ewlekariya Herêma Kurdistanê bal kişand ku di encama van şeş êrişên bi drone de tu windahiyeke canî nehatiye tomar kirin.
Etîket:
- Herêma Kurdistanê
Your Comment