2 August 2026 - 09:55
Source: kmr.abna24.com
«Holandayê ji bo cara yekemîn rejîma sîyonîst wekî “gefek li ser ewlekariya” welatê xwe binav kir»

«Di pêşveçûneke bêhempa de di dîroka têkiliyên Holanda û rejîma sîyonîst de, saziyeke ewlekariyê ya Holandayê di raporta xwe ya nû de, ev rejîm di nav wan aliyên ku ji bo Holandayê fikarên ewlekariyê çêdikin, de bi cih kir (polên kir).»

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA — Di pêşveçûneke bêhempa de di dîroka têkiliyên Holanda û rejîma sîyonîst de, saziyeke ewlekariyê ya Holandayê di raporta xwe ya nû de, ev rejîm di nav wan aliyên ku ji bo Holandayê fikarên ewlekariyê çêdikin, polên kir (kategorîze kir).

Di wê pêşveçûnê de ku pisporan ew di dîroka têkiliyên Holanda û rejîma sîyonîst de wekî “bêhempa” wesif kirin, Koordînatorê Neteweyî yê Ewlekariyê û Têkoşîna li dijî Terorîzmê ya Holandayê (NCTV) di raporta xwe ya nû de, ev rejîm xist nav lîsteya wan aliyên ku fikarên ewlekariyê ji bo Holandayê çêdikin.

Her wiha di vê raportê de, bal hatiye kişandin ser wan fikarên ku ji ber hewldanên bandorkirina li ser raya giştî û pêvajoya siyasî ya Holandayê bi rêya çalakiyên wekî belavkirina agahiyên şaş û destwerdana derve, derketiye holê.

Li gorî raportên medyayî yên ku xwe dispêrin vê raportê, rayedarên holandî fikarên xwe yên li ser rêbazên neasayî yên ji bo pêwendîgirtin bi siyasetmedar û rojnamevanên holandî re anîne ziman û her wiha bal kişandine ser wan fikarên derbarê zextên li ser saziyên dadwerî yên navneteweyî yên li Den Haagê (Lahê).

Hin çavdêr di wê baweriyê de ne ku ev gav nîşana guhertineke berçav a di nêrîna hin derdorên ewropî de li hemberî polîtîkayên rejîma sîyonîst e, bi taybetî ku nakokiyên li ser şerê Xezeyê zêde bûne û rexneyên ewropiyan ên li dijî Tel Avîvê rû bi rûya zêdebûnê ne.

Bertekên ewropiyan

Ev kategorîzekirina nû ya Holandayê, di nav dorhêlên siyasî û medyayî yên Ewropayê de bûye sedema nîqaşên berfireh û pisporan ew wekî nîşanek ji zêdebûna fikara welatên ewropî ya li ser hewldanên ji bo sepandina bandora derve li ser jiyana siyasî û saziyên dadwerî binav kirin.

Her wiha medyayan di raportên xwe de ev gava Holandayê bi zêdebûna rexneyên ewropiyan ên li ser polîtîkayên rejîma sîyonîst ên li Xezeyê û di berdewamiya daxwazên li welatên wekî Spanya û Îrlandayê yên ji bo nûjenkirina (ji nû ve nirxandina) hinek aliyên têkiliyên wan bi Tel Avîvê re, girê dan.

Li hemberî vê, hin şîrovekar xistina rejîma sîyonîst di nav lîsteya wan aliyên ku fikarên ewlekariyê ji bo Holandayê çêdikin, li gorî helwestên kevneşopî yên ewropiyan, wekî guhertineke girîng dinirxînin, bi taybetî ku Holanda di dîrokê de wekî yek ji nêzîktirîn welatên ewropî yên vê rejîmê tê hesibandin.

Ewropiyan jî di şîrovekirinên xwe de bal kişandin ser wan fikarên ku di vê raportê de hatine anîn, di nav wan de bandorkirina li ser raya giştî û pêvajoya siyasî û her wiha îhtîmala sepandina zextan li ser saziyên dadwerî yên navneteweyî yên li Den Haagê, ku hin derdorên ewropî ew wekî mijarekê girêdayî parastina serweriya neteweyî û serxwebûna dadweriya navneteweyî dibînin.»

…………….

Dawîya peyamê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha