3 August 2026 - 18:12
Source: kmr.abna24.com
“Peywendiya telefonî ya Pezîşkiyan bi Xelîl El-Heye re û tekezî li ser berdewamiya piştgiriya Îranê ya ji bo Filistînê”

“Serokkomarê Îranê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê, tekez li ser rawestana Komara Îslamî ya Îranê li kêleka gelê Filistînê, mafên wan û doza wan a dadmend û her wiha li ser berdewamiya piştgirî û alîkariyê kir.”

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pezişkîyan, roja duşemê di peywendiyeke telefonî de ligel Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê Xelîl El-Heye axivî.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hemasê ve hatiye belavkirin, her du alî li ser pêşhateyên dawî yên girêdayî doza Filistînê û rewşa heyî ya li Kenara Rojava û Şerîdê Xezzeyê şêwirîn.

Pezişkîyan bi bîranîna salvegera şehadeta şehîd Îsmaîl Henîye, tekez li ser rawestana Komara Îslamî ya Îranê li kêleka gelê Filistînê, mafên wan û doza wan a dadmend û her wiha li ser berdewamiya piştgirî û alîkariyê kir.

Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê got: “Em bi we re ne û tevî êrîşên ku li dijî me têne kirin, em piştgiriyê didin her gavên ku hûn diavêjin.”

Pezişkîyan ji ber hilbijartina wî ya ji bo serokatiya Tevgera Hemasê, pîrozbahî li Serokê Ofîsa Siyasî ya vê tevgerê kir û ji bo pêwendiya berdewam û rasterast ligel vê tevgerê, xwe bi rûmet da zanîn.

Wî tekezî li ser girîngiya hevgirtin û hevahengiya di navbera hemû çînên neteweyê (Ummet) û yekparçebûna wan bi taybetî di derbarê doza Filistînê de kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê ji bo peywendiya Pezîşkiyan û helwesta sabit a Îranê ya di rawestana li kêleka gelê Filistînê û mafên wê yên neguherbar de, spasiyên xwe pêşkêş kir.

Wî pêşhateyên siyasî yên di dosyaya danûstandinan de û her wiha rewşa meydanî û siyasî ya li Kenara Rojava, Şerîdê Xezzeyê û Qudsê nirxand.

Xelîl El-Heye tekezî li ser pabendbûna gelê Filistînê bi mafên xwe yên tam û bikaranîna hemû amûr û rêbazên rewa ji bo bidestxistina wan kir û amaje bi wan şehîdan kir ku ji destpêka operasyona “Tofanê Eqsayê” ve li eniyên cuda di rêya azadkirina Filistînê û Mizgefta Eqsayê de şehîd bûne.

El-Heye ji bo helwestên Îranê û piştgiriya wê ya sabit a ji bo gelê Filistînê spasiyên xwe anî ziman û hêviya xwe ji bo rawestandina êrîşên li dijî Komara Îslamî ya Îranê û vegera ewlehî û aramiyê bo seranserê herêmê anî ziman.

Serokê Ofîsa Siyasî ya Tevgera Hemasê di dawiyê de tekezî li ser girîngiya yekîtiya neteweyê (Ummet) wekî rêyeke bingehîn ji bo bihêzbûn û vegerandina mafên gelê Filistînê kir.

Dawiya peyamê /

Etîket (Taag):

  • Mesûd Pezîşkiyan
  • Hemas

Your Comment

You are replying to: .
captcha