Li gorî rapora Ajansa Nûçeyîan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA —Tewfîq el-Hibalî, rêveberê ragihandin û peywendiyên hikûmetê yê parêzgeha Kerbelaya Mu’ella, ragihand ku amadekariyên medyayî yên taybet bi ziyareta Erbainê bi vekirina navendeke medyayî ya amadekirî (bi pêdiviyên nûjen) ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji rojnamevan û dezgehên medyayî yên xwecihî, erebî û biyanî re, hatine temamkirin.
Li gorî raporta “Şafaq News”, El-Hibalî di axaftina xwe ya bi vê dezgehê re diyar kir ku navenda medyayî ya taybet bi Erbainê, xwediyê platformeke (stage) taybet e ji bo weşana zindî ya bernameyên medyayî, her wiha xizmetguzariyên înternetê, cihê bêhnvedanê yê taybet bi rojnamevanan û gihîştina bi amûr, hejmar û zanyariyên hûrbîn ên têkildarî rêwresmên Erbainê di nav xwe de digire.
Wî rave kir ku parêzgeha Kerbelayê 23 wesayîtên weşana satelîtê (SNG) li seranserê bajêr û rêyên ku digihêjin wir bi cih kirine û 18 amûrên “LiveU” jî ji bo piştevaniya lojîstîkî ya weşana zindî ya bûyeran, xistine xizmeta dezgehên medyayî.
El-Hibalî her wiha got ku, ji bilî amadebûna 143 rojnamevan û çalakvanên medyayî yên ereb û biyanî ji neteweyên cuda ji bo şopandina ziyareta Erbainê, nêzîkî 600 rojnamevan, çalakvanên medyayî, wênesaz (fotografger) û karmendên teknîkî jî di şopandina van rêwresman de beşdar in, ku ev yek nîşana bala berfireh a medyaya cîhanê ya li ser rêwresmên Erbainê ye.
Wî di dawiyê de tekez kir ku parêzgeha Kerbelaya Mu’ella hewl dide ku hemû pêdivî û hêsankariyên teknîkî û lojîstîkî yên pêwîst ji bo misogerkirina serkeftina şopandina medyayî ya vê bûyerê, li gorî qebareya mezin a amadebûna zayîran di rêwresmên milyonî yên Erbainê de ku her sal tê lidarxistin, peyda bike.»
…
Dawiya peyamê
Tag-ên:
- #Erbain:
- #Kerbela:
- #Rojnamevan:
- #Medya:
- #Ziyaret:
- #Nûçe:
Your Comment