3 August 2026 - 22:19
Source: kmr.abna24.com
Îranê carek din Trump derewand: Ti danustandin bi Amerîkayê re nîne

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA — Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê diyarkir kir ku welatê wî tu danûstandineke rasterast an nerasterast li gel Amerîkayê nake. Lê belê li gel vê yekê, destnîşan kir ku guftûgoyên navbera Tehran û Uman di çend rojên borî de berdewam bûne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniyek çapemeniyê de behsa geşedanên dawî kir. Beqayî got: “Danûstandinên me yên li gel Umanê di çend rojên borî de bi awayekî cidî berdewam kirin. Herwiha ew peywendiyên ku Wezîrê Derve yê Îranê li gel hempîşeyên xwe encam dane, bi armanca rêgirtina li berfirehbûna bêîstîqrariyê û parastina berjewendiyên Îranê bûn.”

Beqayî got; “Di dema niha de Tehran tu danûstandinekê li gel Waşîngtonê nake. Em hewl didin bi şêwirmendiya li gel Umanê, rêyekî diyar bikin ku bi awayekî demkî û xwezayî, silametiya hatûçûna deryayî ya li Tengava Hurmizê dabîn bike.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da zanîn ku Tengava Hurmizê ji ber nakokiyên navbera Îran û Umanê nehatiye girtin, belku ji ber dijminatiyên Amerîkayê yên ji 28’ê Sibata sala borî ve rûbirûyî pirsgirêkan bûye.

Beqayî herî dawî jî got ku heta ku dorpêçên deryayî û binpêkirinên Amerîkayê berdewam bin, tu guhertineke berçav di rewşa Tengava Hurmizê de çênabe.

Hêjayî gotinê ye îro Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku wê navbera DYA û Îranê  tûreke nû ya muzakereyê destpê bike. Trump di balafira xwe ya Air Force One de ji rojnamevanan re axivî û got, hevdîtin wê ji bo bidawîkirina şer û bicihanîna çareseriyeke mayînde were kirin.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha