Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ahlê Beyt (s.x) — ABNA —Rayedarekî li parêzgeha Kerbelaya Mualla ragihand ku hejmara ziyaretvanên Hezretê Eba Ebdullahil Husên (s.x) ji şeva borî ve gihîştiye lûtkeyê û tê pêşbînîkirin ku ev pêvajo heta êvara roja sêşemê dewam bike.
Navborî di axaftineke xwe ya digel Ajansa Nûçeyan a Fermî ya Îraqê (WAÎ) de diyar kir: “Hemû bernameyên xizmetguzarî li parêzgehê bi rihetî tên cîbicîkirin û xizmetên pêwîst ên zêyaran di beşên cuda de, di nav de ewlekarî, veguhastin û piştgirî, bi rêya hevkariya saziyên dewletê û sektora taybet tên dabînkirin.”
Vê rayedarê herwiha da zanîn ku planên veguhastinê li çar tewereyên sereke tên cîbicîkirin û hevahengiya di navbera saziyên cîbicîkar, ewlekarî û xizmetguzariyê de bûye sedem ku pêvajoya veguhestin û xizmetguzariya zêyaran bêyî astengî pêk were.
Wî herwiha nûçeya dabînkirina av û qeşaya têr ji bo bersivdana hewcedariyên zêyaran da û got: “Elektrîka bajarê Kerbelaya Mualla jî bi awayekî domdar û berdewam tê dabînkirin da ku di rojên lûtkeya zêyara Erb’înê de pêşkêşkirina xizmetan bi pirsgirêk nekeve.”
…
Dawiya peyamê
Teg (Etîket):
Îraq
Erba’îna Husênî
Kerbelaya Mualla
Meşa Erba’înê»
Your Comment