14 November 2026 - 19:14
Source: kmr.abna24.com
Zanyarên (Alimên) Behreynê: Destûra hikûmetê ji bo beşdarbûna di meclîsên olî de boykot bikin

Alimên Bahreynê tekez kirin: Hevkarî di biryarên derbarê girtina destûrên xizmetên olî de, beşdarbûna di êşandinên dînî de ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA –Zanyarên(Alimên ) Behreynê di daxuyaniyekê de, bi rexnekirina biryarên derbarê mecbûrkirina lidarxistina merasîm û şiayirên olî bi destûra hikûmetê, ji gel xwestin ku beşdarî nimêja bi cemaet a imamên ku destûrek wiha werdigirin nebin. Her wiha bang li wan kirin ku beşdarî meclîsên axaftinê, meclîsên şînê û meşên olî yên ku bi destûra hikûmetê tên lidarxistin nebin.

Zanyarên(Alimên ) Behreynê di vê daxuyaniyê de tekez kirin ku hevkarîkirin û qebûlkirina van biryaran, di pratîkê de beşdarbûna tiştekî ye ku wan wekî destdirêjî li ser olê binav kiriye. Her wiha diyar kirin ku ji bo rewakirina vê yekê tu behane nayê qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin:

«Îslam ji mêj ve nasnameya Behreynê ye û wekî dînê vê welatê û çavkaniya qanûndanîna wê tê hesibandin. Ji ber vê yekê, mijarên olî û lidarxistina şeayirên Îslamî divê li gorî hikmên şerîetê û bi rêya fuqehayên mezhebên Îslamî bên diyarkirin, ne li gorî biryarên siyasî û destûrên hikûmetê.»

Îmzevanên daxuyaniyê, bi tekez li ser vê yekê ku merceiyeta di mijarên olî de tenê vedigere hukmê Xwedê, ragihandin ku biryardana siyasî derbarê destûrdan an qedexekirina lidarxistina şeayirên olî de, li gorî baweriya wan, bandorê li pozîsyona şerîetê dike.

Her wiha zanyarên Behreynê piştgirî dan helwestên Ayetullah Şêx Îsa Ehmed Qasim derbarê vê mijarê de û ji gel xwestin ku li hember van biryaran bisekinin û ji qebûlkirin û hevkariya bi wan re xwe dûr bigirin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, helwesta şer'î ya îmzevanan derbarê merasîmên ku bi destûra hikûmetê tên lidarxistin de bi eşkereyî hatiye ragihandin:

«Îmamê cemaetê yê ku ji bo pêşengiya nimêjê destûrnameyekê werdigire, divê wekî imamê cemaetê neyê pejirandin û li pey wî jî nimêj neyê kirin. Her wiha divê ji waîzê ku bi destûrnameyê kar dike ji bo axaftinê neyê vexwendin û kes di meclîsa wî de amade nebe.»

Li gorî vê daxuyaniyê, zanyarên îmzevan her wiha li dijî beşdarbûna di merasîmên şînê, meclîsên olî û meşên dînî yên ku bi destûra hikûmetê tên lidarxistin de ne û daxwaz kirine ku gel ji beşdarî û piştgiriya van bernameyan xwe dûr bigire.

Zanyarên(Alimên ) Behreynê di dawiyê de tekez kirin ku ev helwest hemû kesan, bêyî îstîsna û bêyî ku têkiliyên wan ên malbatî an jî pozîsyona wan a civakî çi be, dihewîne. Wan diyar kir ku di vê mijarê de çavdêriya berjewendiyan û lihevhatinê qebûl nakin.

Dawiya peyamê /

Etîket:

  • Zanyarên (Alimên )Behreynê
  • Aşûra
  • Şîeyên Behreynê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha