21 November 2026 - 09:53
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane 34 hezar kes bi penceşêra pişikê dikevin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA –Wezareta Tenduristiyê ya Trikiyeyê ragihand ku  li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal nêzîkî 34 hezar kes bi nexweşiya penceşêra pişikê dikevin.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê bi helkefta "1-30ê Çiriya Paşîn Meha Hişmendiya Penceşêra Pişikê" daneyên li ser vê nexweşiyê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her sal nêzîkî 34 hezar kes bi nexweşiya penceşêra pişikê dikevin.

Hatiye destnîşankirin ku ji sedî 80 heta 90ê van pêketiyan ji ber bikaranîna berhemên tûtinê û cixareyên elektronîk rû didin.

Di daxuyaniyê de li ser sedemên rîskê, nîşanên nexweşiyê û xizmetên piştgiriya destjêberdana cixareyê agahiyên zanistî û berfireh hatine belavkirin.

Wezaretê da zanîn ku ev nexweşî ji ber zêdebûna bêkontrol a xaneyên di nav şaneyên pişikê de derdikeve holê.

Li gorî statîstîkan, penceşêra pişikê di nav mêran de cureya herî zêde ye ku tê dîtin û di nav jinan de jî di rêza çarem de cih digire.

Sedemên rîskê û nîşanên sereke

Li gorî daxuyaniyê bikaranîna tûtinê sedema herî mezin a vê nexweşiyê ye ku dikare pêşî lê bê girtin.

Cixareyên elektronîk jî di nav de, tûtin û berhemên wê dibin sedema ji sedî 80-90ê bûyerên penceşêra pişikê.

Her wiha cixarekêşiya pasîf, rû bi rû mana hawîrdorî û pîşeyî ya bi madeyên kîmyawî re, dîroka nexweşiyê ya di malbatê de û nexweşiyên pişikê yên heyî jî wekî sedemên din ên rîskê hatine rêzkirin.

Wezaretê hişyarî da ku divê mirov di dema nîşanên berdewam û ducare de bêyî derengketin serî li saziyên tenduristiyê bidin.

Nîşanên sereke yên nexweşiyê wiha hatine diyarkirin:

·         Kuxika ku derbas nabe yan jî her diçe girantir dibe

·         Xwîn di belxemê de û êşa sîngê

·         Tengbûna nefesê û nefesgirtina bi xirexir

·         Zirbûna deng

·         Enfeksiyonên bronşît an jî zatureyê (sermagirtina pişikê) yên ducare

·         Kêmbûna kîloyê ya nediyar, bêîştahî û westîna berdewam

·         Di serlêdanên destjêberdana cixareyê de asta herî bilind

Wezaretê diyar kir ku rêya herî bibandor a xweparastina ji penceşêra pişikê dûrketina ji berhemên tûtinê ye.

Li ser xizmetên piştgiriyê yên ku wezaret pêşkêş dike, ev daneyên nû hatine parvekirin:

Xizmetên Polîklînîkan: Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî hezar û 910 polîklînîkên rû bi rû û di çarçoveya xizmetên tenduristiyê yên ji dûr ve jî zêdetirî 380 polîklînîkên serhêl (online) ji bo destjêberdana cixareyê xizmetê didin.

Sala 2026an xizmet ji bo 356 hezar kesî hatiye dayîn û di nava salekê de serlêdan gihîştine hejmara herî bilind.

Xeta Şêwirmendiyê ya ALO 171: Ev xet 7 roj û 24 saetan xizmeta şêwirmendî û motîvasyonê pêşkêş dike. Ji sala 2025an ve bersiva nêzîkî 670 hezar bangên telefonê hatiye dayîn.

Piştgiriya Dermanan a Bêpere: Di pêvajoya tedawiyê de, ji bo welatiyên ku bijîşk guncaw dibînin dermanên bêpere tên dabînkirin. Di vê çarçoveyê de ji sala 2015an ve bi rêya polîklînîkan ji bo zêdetirî milyonek û 500 hezar kesî piştgiriya dermanan hatiye dayîn.

Etîket:

  • Penceşêra pişikê

  • Tirkiye û Bakurê Kurdistanê

  • Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê

  • Tûtin û cixareyên elektronîk

  • Sedemên rîskê yên penceşêra pişikê

  • Nîşanên penceşêra pişikê

  • Destjêberdana cixareyê

  • Xizmetên tenduristiyê yên ji bo destjêberdana cixareyê

  • Polîklînîkên destjêberdana cixareyê

  • Xeta şêwirmendiyê ALO 171

  • Piştgiriya dermanan a bêpere

  • Statîstîkên penceşêra pişikê

  • Meha Hişmendiya Penceşêra Pişikê

  • ABNA

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha