Li gorî nûçeya Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt ê (s.x) – ABNA – Di vê biryarnameyê da ku bi 162 dengên alîgir hat pesendkirin, li ser mafê filistîniyan di xwebiryardan, serxwebûn û jiyana azad da li ser axa xwe dûr ji dagirkerîya Rejîma Siyonîst tekezî hatîye kirin. Rejîma Siyonîst, Amerîka û 6 welatên din li dijî vê biryarnameyê deng dan û 8 welatan jî dengê bê-alî dan. Di vê biryarnameyê da li ser nêrîna şêwirmendîyê ya Dîwana Navneteweyî ya Dadwerîyê, derbarê neqanûnîbûna dagirkerîya axa Filistînê û pêwîstîya bidawîanîna bê derengî ya dagirkerîya Rejîma Siyonîst, tekezî hatîye kirin.
………….Dawiya Peayam/
Your Comment