AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
çarşem

2 sermawez 2022

22:30:14
1319853

Rêberê giraqedir ê Inqilaba Îslamî: Milet bi rastî dijmin bê hêvî kir

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li civîna bi coş a bi sedan xwendevaran destnîşan kir: Di şerê hevbeş û çend alî yê çend hefteyên dawî de, Amerîka, Rejîma Siyonîst, hin hêzên mêtinkar ên ewropî û hin grûp, hemû îmkanên xwe ji bo êrişa ser gelê Îranê anîne meydanê, lê milet li devê xerabkaran xist û ew bê hêvî kirin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, îro Çarşemê, bi helkefta 13`ê Abanê (4ê Mijdarê), roja niştimanî ya tekoşîna li dijî îstikbar û mêtingeriya cîhanî, roja 13`ê Abanê nîşana xirabî û şerûtiyên Amerîkayê û lawazbûn û xisrdîtina wê û îhtimala binketina wê bi nav kir û got: Amerîkî û dûvikên Amerîkayê ji vê roja giring û kombûnên vê rojê ên bi coş û hevsoz û yekrêziyê hêrs dibin û dilgiran û dilsar dibin ji ber ku ev roj hem nîşana şerûtî û xirabiyên Amerîkayê ye û hem jî nîşan û belgeya lawazbûna Amerîkayê û îmkana jinavçûna wê ye.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî gotinnê van rojana yên sîyasetvanên amerîkî têkildarî piştgirîya ji gelê Îranê, asta herî bilind a bêşermî û durûtîyê zanîn û got: We piştgirî da kujerên zanyarên navokî yanî sîyonîstan, bi bilokekirina bi milyard dolar ji heyîtîyên gelê Îranê û welatên din, gelê Îranê ji sûdwergirtina ji wan heyîtîyana ji bo kêmkirina pirsgirêkan bêpar kirine.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê herwiha got: Di pirranîya bûyerên dijî Îranê da jî şûna pîyê we dîyar e, lê hûn bêşermane derewan dikin û idia dikin ku dilsozê gelê Îranê ne helbet bila çavê we kor be gelê Îranê gellek ji wan bûyerana pûç kirine.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî herwiha got ku gellek çavdêrên sîyasî ser vê mijarê hevdeng in ku Amerîka ber bi lawazbûn û têkçûnê ye, eva cidatîya di navbera Amerîkaya duh û ya îro ye. Wî herwiha got: Pirsgirêkên bêmînak ên navxweyî yên aborî, civakî, exlaqî, nakokî û dutîretîyên xwînavîn ên navxweyî li Amerîkayê nîşana wê lawazbûna aşkira ne.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî amajeyî rola aşkira ya Amerîkayê di ajawegêrîyên vê dawîyê yên vî dawîyê li Îranê da jî kir û got: Daxûyanîya hevpar a Wezareta Lêzanîn û Ewlehîyê û Sazîya Lêzanînan a Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî derbarê ajawegêrîyên vê dawîyê da hilgirê agahî û keşfên girîng bû û ray dide ku dijmin ji bo Tehranê û şarên mezin û piçûk plan darêştibû.

Rêberê Giranqedr ê Înqilabê êrişa li mezargeha Şahçirag û kuştina gel û zarokan jî cinayeteke mezin bi navk ir û got: Divê sebebkarên wê cinayetê bên naskirin û her kesê ku bê selimandin bi pêkînerên vê cinayetê ra hevkarî kirîye, bê guman dê were cezakirin.

Hezretê Ayetullah Xaminêyî amajeyî bêdengbûna idiakerên mafên merivan himber vê cinayetê kir û got: Çima wan idiakerana bûyera li Şîrazê şermezar nekirin û çima bûyereke berovajî rastîyê û derew bi hezaran carî li întêrnêtê dubare dikin.