14 July 2026 - 00:24
Source: kmr.abna24.com
Rûniştina (Kom buna) giştî ya Meclîsa Şûraya Îslamî hate lidarxistin

Rûniştina(Kom buna) giştî ya Meclîsa Şûraya Îslamî îşev, roja Duşemê, bi amadebûna piraniya parlamenteran hate lidarxistin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya ya Ehlê Beytê (s.x) –ABNA–Rûniştina(Kom buna) giştî ya Meclîsa Şûraya Îslamî îşev, roja Duşemê, 22’yê Tîrmehê, bi amadebûna 259 parlamenteran, bi serokatiya Hemîdrêza Hacîbabayî, cîgirê serokê Meclîsê, li Baharistanê hate lidarxistin.
Berî destpêka vê rûniştînê, Hacî Hamîd Xamse, medahê Ehlê Beyt (s.x), bi minasebeta Meha Muherrama Huseynî (s.x) û herwiha şehîdbûna Hezretê Ayetullah Xameneî û şehîdên şerê Remezanê, kilamên Azadarî û şînê xwend.
Di destpêka danişînê de, Ruhollah Mutefekkir Azad, endamê Heyeta Rêveberiyê ya Meclîsa Şûraya Îslamî, rojeva vê rûniştînê bi vî awayî xwend:
•    Rapora Komîsyona Rêbazên Navxweyî ya li ser pêşnûmaya sererastkirina madeya 1’emîn a Qanûna Rêbazên Navxweyî yên Meclîsa Şûraya Îslamî.
Piştre, Sumeyye Refî‘î, endama Heyeta Rêveberiyê ya Meclîsê, ragihandina pêşnûmaya «Tedbîra Stratejîk a Bicihanîna Ewlehî û Pêşveçûna Berdewam a Tengava Hurmuz û Kendava Fars» xwend.
Piştî wê, parlamenteran ketin nav lêkolîna pêşnûmaya sererastkirina madeya 1’emîn a Qanûna Rêbazên Navxweyî yên Meclîsê û piştî guhdarkirina ravekirinên komîsyona têkildar û herwiha ramanên piştevan û dijberan, giştîyên vê pêşnûmayê bi 211 dengên erê, 35 dengên na û 2 dengên bêalî ji navbera 259 parlamenterên amade li qada Meclîsê hate pejirandin.
Piştre, hûrgilîyên pêşnûmayê hatin lêkolînkirin ji aliyê parlamenteran ve, ku bi 210 dengên erê, 30 dengên na û 4 dengên bêalî ji navbera 255 parlamenterên amade li qada Meclîsê hate pejirandin.
Li gorî madeya 1’emîn a sererastkirî: «Di demên acil û rewşên taybet ên welêt de, ku li gorî biryara Heyeta Rêveberiyê ya Meclîsê, amadebûna parlamenteran û lidarxistina rûniştînên qada Meclîsê li cihê ku di vê madeyê de hatiye destnîşankirin ne gengaz be, rûniştina qada Meclîsê bi agahdarkirina parlamenteran li ciyekî din ji bilî cihê daîmî an jî li ser seya cîhaza virtual (serhêl) tê lidarxistin.»
........
Dawiya peyam/
Etîket:
Serokê Meclîsa Şûraya Îslamî

Your Comment

You are replying to: .
captcha