25 October 2024 - 06:49
Em ne yek in, em hezar in

Bikarhênerên X yên tora civakî piştgirî dan eniya berxwedanê û kampanyaya bi navê "Em ne yek in, em hezar in" çêkirin û di heman demê de bal kişandin ser rola xwe ya di têkoşîna li dijî Îsraîlê de.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Rûdanên vê dawiyê li navçê û bi taybetî cinayetên Rejîma Siyonîst li navç û deverên dagirbûyî yên Lubnanê, dilê her mirovî bêyî ferq û cudahiya olê, dilê her mirovekî tijî xemgînî dike. Ji aliyeke din ve, mêrxasî û qurbanîdan û operasiyonên berxwedêran li hember mewziyên siyonîst karîn hevsengiya hêzê bi berjewendiya eniya berxwedanê biguherînin. Piştî nebûna destkeftan di warê leşkerî de, Rejîma Siyonîst di rewşeke lawaz de ye û dest bi operasyonên kor û kuştina fermandarên pilebilind ên eniya berxwedanê kiriye. Lê doktrîna berxwedanê ne li ser şexsan, li ser esas û bingeha îradeya kolektîf a li dijî siyonîstan hatiye avakirin.

Li ser vê yekê bikarhênerên tora civakî X (Twittera berê) bi çêkirina kampanyaya bi navê "Em ne yek in, em hezar in" piştgirî dan eniya berxwedanê û bal kişandin ser rola xwe ya di têkoşîna li dijî Îsraîlê de.

Li jêr hûn dikarin wêneyên tweetên ku di vî warî de hatine weşandin bibînin.