AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Roj News
şemî

30 sermawez 2024

9:55:19
1509500

Welatiyên herêmên Hikûmeta Şamê berê xwe didin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê?

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Piştî pêşveçûna çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” di taxên Helebê de û topbarana bêserûber, welatiyên herêmên hikûmeta Şamê yên Helebê berê xwe didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Piştî pêşveçûna çeteyên “Heyet Tehrîr El Şam” di taxên Helebê de û topbarana bêserûber a li dijî wan taxan, şêniyên taxên herêmên hikûmeta Şamê berê xwe didin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Nuqteyên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hindirîn şêniyên ku piraniya wan ji taxên Hemdaniye, Furqan û Heleb El Cedîde ne, pêşwazî dikin.

Yek ji koçberan ji nûçegihana ANHA’yê re kir ku leşkerên hêzên Şamê li hemberî pêşveçûna çeteyan dev ji xalên xwe berdidan û vedikişiyan.

Tevgera koçberiya ber bi Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve, piştî topbarankirina derdora zanîngeha Helebê ku di encamê de 4 xwendekarên zanîngehê jiyana xwe ji dest dan, zêdetir bû

Abna:We ketina Helebê dît? Xurmatûya Qehreman 34 rojan li dijî 12 komên çekdar ên rejîma Baas a Sedam li ber xwe da.

Ev xîreta Îranê ye? dema xayî n li welate xwebin d ûmayik we le tet