AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : ÎLKHA
sêşem

21 adar 2017

4:07:40
819037

“Tu qedr û qîmeta extiyaran nemaye”

MÊRDÎN - Apê Îbrahîmê 73 salî yê ku ji Nisêbîna Mêrdînê ji ber qedexe û pevçûnan koçî Artukluya Mêrdînê kiriye destnîşan kir wek berê qedr û qîmet ji êxtiyaran re nayê dayîn.

Îbrahîm Narmanê ku li  Xirabê Tuwa ya Hezexa Şernexê hatiye dinyayê ji ber minasebeta ‘Hefteya Êxtiyaran’ a ku her sal di navbera dîrokên 18-24ê Adarê de tê pîrozkirin ji ÎLKHAyê re axivî. Apê Îbrahîm di axavtina xwe ya ku kir de bal kişande ser rastiyên dilşewat ên ku di nava civakê de hatine jibîrkirin. Apê Îbrahîm di destpêka axavtina xwe de diyar kir ku wek berê qedr û qîmet ji extiyaran re nayê dayîn û xweziya xwe bi rabirdûyê anî. Apê Îbrahîm her wiha diyar kir xort li gor berê pir zêde xira bûne û xortaniyeke bêniwêj mezin dibe.

“Dema kesê ku bimre extiyar be, mişkîle nîne”

Apê Narmanê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir berê di nava civakê de herî zêde ji pîr û kalan re qedr û qîmet dihat dayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berê ji bo extiyaran digotin ‘extiyar entîqe ne’ yanî pîr û kal bûne lê pir bi qedr û qîmet in. Bi vî awayî qedr û qîmeta wan dihat zanîn. Lê niha ne wisa ye. Ez serpêhatiyeke xwe binîm zimên. Berî vê du salan  min gotinên du pîrekên ku di rê de diçûn guhdar kir. Yek ji wan pîrekan ji ya din re digot ‘Xêr e tu xuya nakî?’ ya din jî jê re got ‘Wallah taziyeke me hebû.’ Pîreka din ji ya din wiha pirs kir ‘Înşllah yê ku rehmet kiriye extiyar e.’ Wê jî got ‘belê.’ Vaye extiyar ew qas bêqedr û qîmet bûne. Yanî dema kesê ku bimre extiyar be mişkîle nîne.”

“Derfet zêde bûne, lê nexweşî jî zêde bûne”

Narman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku wî di ciwaniya xwe de gelek eziyet û zehmetî kişandiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Tê bîra min ji bo gezik nan me zeviyek dajot. Elbet wê demê traktor tunebûn. Hemû tişt bi hêza însanan dihat kirin. Me xweydan dida, lê niha ne wisa ye. Tê bîra min ji Mêrdînê jor vir ve tu avahî tunebûn. Ev der çol û kevir bûn. Niha bajareke mezin hatiye înşakirin. Li gundan avahiyeke tenê jî ji batonê nehatibû çêkirin, tev ji axê hatibûn çêkirin. Lê niha temamê malan ji betonê ne. Ji bûyereke ku li wî seriyê dinyayê qewimiye tu di heman wextî de pê dihesî. Derfet zêde bûne, lê nexweşî jî zêde bûne. Dema ku em îro û wextên berê bidin ber hev jiyana me ya kevin xweştir bû. Dema ku gezik nan li malê hebû me gelek zêde şikir dikir.”

“Xortên niha dinêrî  xwendine lê nimêj bi wan re tuneye, îbadet nemaye”

Narman di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku  divê xortên ku mekebê dixwînin zêdetir li extiyaran xwedî derkevin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xortên me ji ber ku mektebê dixwînin navberê dixin naveyna me û xwe û bi çaveke xirab li me dinêrin. Ji me re dibêjin ‘we dinya nediye, hûn nizanin biaxivin!’ Ji ber ku di wextê me de mekteb tunebû me mekteb nexwend û derfeta me ya xwendinê jî tunebû. Lê qet tunebe me nimêj dikir. Tu li xortên niha dinêrî  xwendine lê nimêj bi wan re tuneye. Îbadet nemaye.  Li gundekî kesekî/ê ku nimêj nedikir tunebû, hemû kes nimêj dikir.  Niha di mala min bi xwe de jî xort nimêj nakin.  Xweda wan islah bike. Tewsiyeya min ji xortan re; nimêj bikin, îbadetê xwe bi şikleke kamil bikin û beriya her tiştî bibin însan. Her wiha qedr û qîmeta extiyarên xwe zanibin.  Ger hûn qedr û qiymeta pîr û kalên xwe zanibin ew ê sibe dema ku hûn pîr û kal bûn hinek kes qedr û qiymeta we jî zanibin.”