Sibê şemî 18`ê Zilhecê, 9`ê Îlonê roja eyda bimbarek a Xedîr Xumê, yek ji cejnên mezin ên misilmanan e.
Xedîr Xum navê deverekê di navbera Meke û Medînê de ye ku hezretê Mihemed (S) pêxmberê giranqedir ê islamê li heca dawîyê ya xwe, hezretê Îmam Elî (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê ``welî`` ango sergêrê piştî xwe da nasandin.
Pêxemberê ekrem (S) dema vegera ji heca herî dawîyê ya xwe, misilmanên pişkdarê hecê li devera Xedîr Xumê kom kirin û li vir hezretê Îmam Elî (S) wek wesî, bira û dewsgirê xwe ji alîyê Xwedê ve da nasandin.
Resûlê ekrem, Mihemedê mistefa (S) li axavtina xwe ya girîng li Xedîr Xumê got: `` Her kesê ku ez mewlayê wî/ê me, vêca Elî mewlayê wî/ê ye.``
Hin dewr û qonaxên jîyana resûlê ekrem (S) girîngîyeke taybet hene ku yek ji yên herî berbiçav, bûyera Xedîr Xumê ye.
Eyda pîroz a Xedîr Xumê ku li riwayetên islamî wek Eyd ul Ekber (eyda herî mezin) hatîye zanîn, mirov dikare bêje ku eyda herî mezin a hemî dînên ilahî ye, ji ber ku zehmet û hewldanên hemî şandîyên Xwedê, di vê rojê de digihêjin encamê.
Gelê bawermend ê Îrana islamî îşev yanî di şeva eyda Xedîr Xumê de li mizgevtan û warên mezhebî kom bûne û bi belavkirina şerbet û şirînîyan û lidarxistina mewlûdên curbicur vê eydê pîroz dikin.
Gelê Îranê di vê rojê da bilî merasimên hanê, sera hev didin.
Radyo û televîzyona kurdî ya Komara Islamî ya Îranê jî eyda Xedîr Xumê li hemî şîeyan û misilmanên din û azadîxwazên cîhanê pîroz dike.