Weke gelek deverên Iraqê li parêzgeha Nînowayê jî tundiya li dijî jinan yek ji pirsgirêka herî ciddî ya civakê ye. Zihniyeta kevneperest û mêrsalar di nava civakê de dibin navê ‘namûs-şeref û pirsgirêkên civakî’ de, her kêliyê jinekê dike hedef. Li taxa Nerkal a bajarê Musilê jinek din jî bû qurbanê vê zihniyetê.
Li gorî agahiyên Rêveberiya Polîsên Nînowayê belavkirî, li taxa Nerkal a bajarê Musilê, mêrek hevjîna xwe di nava wesayîtê de şewitand. Hate diyarkirin ku her du hevjîn li bajarê Musilê bijîşkin.
Hate ragihandin ku bi rêya kamerayên çavdêriyê cihê sucdar hatiye diyarkirin û sucdar hatiye binçavkirin.
Rêveberiya Polîsên Nînowayê da zanîn ku sucdar pencereya wesayîta ku qurbanî tê de bû şkandiye û piştre benzîn bi ser jinê de kiriye û agir berdayê! Jina hatî şewitandin rakirine nexweşxaneyê, lê derbarê rewşa dawî ya jinê û nasnameya jinê de agahiyên zêdetir nehatin belavkirin.
Tevî ku di daxuyaniya Rêveberiya Polîsên Nînowayê de sedema buyerê weke ‘pirsgirêkek civakî’ hatibe nîşandan jî, lê buyerên wiha li Iraqê her diçe zêdetir dibin û wek diyardeyek lê hatine.
Hêjayî gotinêye ku li gorî Tora 8’ê Adarê jî di nava 11 mehên îsal de 53 jin li Herêma Kurdistanê hatine qetilkirin. Lê ev tenê amar û bîlançoyên ku hatine tomarkirine, piraniya doz û buyerên tundî û qetlên li dijî jinan têne veşartin û sergirtin.
Not Peyamek ji xwûş û birayen heja bo çi deng ji kesakî naye mafe jina li vere wunda nebuya?.
Your Comment