Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Polîsê Fransayê vê dawîyê Beşîr Bêazar çalakê medyayî yê îranî ban kirîye û desteser kirîye; Fransayê heta nika ti daxûyanîyek derbara desteserkirina wî da nedaye, lê bi berçavgirtina rastîya piştgirîyên giştalî yên Parîsê û şexsê Mekron ji Rejîma Sîyonîst meriv dikare bêje ku Beşîr Bêazar bûye gorîyê sûczanîna piştgirîya ji Filistînê li welatên roajvayî yên dawakerê mafên mervan.
Beşîr Bêazar rojnamevanê îranî û çalakê piştgirê Filistînê di mehên vê dawîyê da beşdarî kempêyneke berfire ya şermezarkirina jînosayda li Xezzeyê bi rêya şebekeyên civakî bûye.
Sergêrê Wezareta Karên Derve ya Îranê di gotûbêja tev Balyozê Îranê yê Parîsê da pêgirî ser şopandina dosîya Beşîr Bêazar kir û ew rasipard ku hewla ji bo azadkirina Bêazar bi awayekî taybet bixe destûrkara xwe da.
Serokê Beşa Navnetewî ya Dezgeha Dadwerîyê û Sekreterê Dezgeha Mafên Merivan a Îranê jî got: Dadgeha Fransayê dewsa pêkanîna dadê, dixwaze Beşîr Bêazar berovajî forsa piştgirîya ji mafên merivan û bi binpêkirina mafê azadîya raderbirrînê dîport bike û vê gavê bi awayê desteserkirî radigire.