14 December 2025 - 23:40
Kuştina 4 endamên hêzên ewlehiyê yên hundirîn ên hukûmeta Colanî li derûdora Îdlibê

Di êrişeke çekdar de li ser geryaneke hêzên ewlehiyê yên hundirîn ên hukûmeta Colanî li derûdora Îdlibê, 4 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û yek kes jî birîndar bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlul Beyt`ê (S.X) - ABNA - Di encama êrîşeke çekdarî de li bajarê Maara El-Numan li taxên başûrî yên parêzgeha Idlibê ya Sûriyê, 4 endamên hêzên ewlekariya navxweyî yên hikûmeta Colanî hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyê (SANA) ku ji zarê çavkaniyek ewlehiyê ye, êvariya îro yekşemê kesên çekdar li vî bajarî gule berdane dewriyeya ewlehiya navxwe ya vî bajarî û di encamê de 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû. Heta niha derbarê nasnameya êrîşkaran de ti agahî nehatine belavkirin.

Ev êrîş di demekê de ye ku jêderên ewlekarî yên hikûmeta Colanî berî niha girtina 5 kesên girêdayî girûpa DAIŞê di operasyoneke ewlekarî de li derdora parêzgeha Humsê ragehandibûn. Li gorî van çavkaniyan, 3 ji wan girtiyan tê gumankirin ku têkiliya wan bi êrîşa teqekirinê ya duh li Palmîrayê heye.

Her wiha jêderekî ewlekarî yê hikûmeta Jolanî ji kanala El Cezîre re ragihand ku hêzên hevpeymaniya Amerîkî bi hevkariya asayîşa navxweyî û dezgehên istixbaratî yên hikûmeta Jolanî ji îro danê sibê ve dest bi operasiyoneke ewlekarî ya berfire li taxên rojhilatê Humsê kirine, ku heta niha jî berdewam e.

Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ku Amerîka dê bi tundî bersiva êrîşa ku hêzên Amerîkî li Sûriyê kiriye armanc, bide û tekez kir, ku encamderên vê êrîşê ku bi gotina wî endamên DAIŞê bûn, dê rastî ziyanên mezin bên.

Ji aliyeke din ve wezareta derve ya hikûmeta Jolanî ragehand ku, wezîrê derve yê vê hikûmetê Esed El-Şibanî li peywendiyeke telefonî bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re, sersaxî ji hikûmeta Jolanî re li ser bûyera Palmîra re ragihand. Di vê pêwendiyê de, El-Şibanî peyama sersaxiyê ya “Ehmed El-Şora” serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê ji Donald Trump re ragihand.

Li gorî agahiyan, hêzên Amerîkî bi giranî li deverên di bin kontrola hêzên Kurdî de li bakurê rojhilatê Sûriyê û herwiha li baregeha El-Tanf li nêzîkî sînorê Urdunê bi cih bûne; Hebûneke ku Washington îddîa dike ku armanca wê şerê li dijî DAIŞê û piştgirîkirina hevalbendên xwecihî ye.
................................

Dawiya peyamê/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha