Wî da zanîn ku di pêla nû ya sermayê de alavên pêwîst ji bo dorpêçkirina xelkê ji sermayê gelek kêm in û wiha got: "Pitikên nûbûyî û zarokên heta 3 saliyê ji grûpên herî metirsîdar in ku ji ber pêla sermayê ya ku Xezze tê de dijîn jiyana wan di metirsiyê de ye."
Rêvebirê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê wiha dewam kir: "Pêlên sermayê yên zêde di dema borî de gelek nexweş û zarokan jiyana xwe ji dest dan, lewra nexweşxaneyan hejmareke mezin ji nexweşiyên giştiya laş û nexweşiyên nefesê tomar kirin."
Wî her wiha got: Siyonîstên îşxalker bi wêrankirina nexweşxaneyan û bi taybetî nexweşxaneyên zarokan ji nav wan Kompleksa(Civaka) Pizîşkî ya Rentîsî û jinavbirina beşa lênêrîna giran a zarokan a vê nexweşxaneyê, kadroyên pizîşkî neçar kirin ku canê zarokên ku ji ber sermaya zêde tûşî nexweşiyên curbicur bûne, rizgar bikin.
El-Bereş di dawiyê de bang li civaka navdewletî û saziyên ser bi Netewên Yekbûyî kir ku bi lezgîn karekî bilez bikin ji bo nûavakirina nexweşxaneyên zarokan li zîvala Xezzeyê, bi taybetî beşên lênêrîna giran û lênêrîna lezgîn.
https://kmr.abna24.com/story/1528104
............................
Dawiya peyamê
