8 March 2025 - 12:46
Îdiaya medyaya Serokomarê Amerîkayê: Min nameyek ji Rêberê Bilind ê Îranê re şand

Tramp îdia kir ku ji Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ra nameyek şandiye.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Hin navgînên ragihandinê ji wan Axios ji zarê Tramp îdia kirine ku wî roja pêncşemiyê nameyek ji rêberê Komara Îslamî ya Îranê re şandiye.
Tê gotin ku Tramp di vê nameyê de tekez kiriye ku ew tercîh dike ku bi Îranê re li ser bernameya nukleerî bigihîje rêkeftinekê.
Trump herwiha di hevpeyvînekê de ligel Fox Business Network got ku ew tercîh dike ku bi Îranê re li ser bernameya nukleerî danûstandinan bike.
Wî di vê hevpeyvînê de careke din îdiayên derbarê bernameya etomî ya Îranê dubare kirin û got ku Îran nikare bibe xwediyê çekên atomî.
................................
Dawiya peyamê/
 

Your Comment

You are replying to: .
captcha