Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlul Beytê(s.x)- (ABNA- Komisyona Serbixwe ya Lêkolînê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Rêjîma Siyonîst ji 7`ê Cotmeha îsal ve li hemî navçên dagirbûyî jenosîd kiriye û mafên filistîniyan binpê kiriye.
Komîteyê amaje bi wê yekê jî kir, ku artêşa Îsraîlê bi qestî navendên tenduristiyê yên Xezzeyê wêran kirine û rê li hatina derman û alavên pizîşkî girtine.
• Li gorî vê raporê, girtiyên filistînî jî rastî destdirêjî û heqaretên fîzîkî û derûnî hatine.
Komîteyê zêde kir: Zarokên ku îro li Xezzeyê ji dayik dibin, hem di zarokatiyê de û hem jî di mezinan de bi xetereya mirinê re rû bi rû ne, ji bilî zarokên ku ji ber qirêjiya avê, serma û birçîbûnê pirsgirêkên tenduristiyê dikişînin.
Li gorî vê raporê, ji 7`ê Cotmehê ve li Filistînê kiryarên neqanûnî li dijî jin û mêrên filistînî wek tundûtûjiya seksî û gefa tecawiz û destdirêjiya seksî ku beşek ji kiryarên rojane yên hêzên ewlehiyê yên Israîlê ne.
..............
/Dawiya peyamê
14 March 2025 - 16:05
News ID: 1542483

Your Comment