Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA- Çend xulek berî niha Hizbullaha Lubnanê di daxuyaniyekê de, ti pêwendiya xwe bi avêtina mûşekan ji başûrê Lubnanê bo navçeyên dagîrbûyî red kir.
Di daxuyaniya Hizbullahê de wiha tê gotin: “Îdîayên dijmin ji bo ku hincetekê ji bo berdewamiya êrişên li dijî Lubnanê çêbike, tên kirin.” Êrîşên ku ji agirbestê heta niha nesekinîne.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: Hizbullah li ser pabendbûna xwe bi rêkeftina agirbestê û piştevaniya xwe ji hikûmetê ji bo çareserkirina van kiryarên zêdebûyî yên Rejîma Siyonîst tekez dike.
Di vê navberê de Serokê Parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî diyar kir ku Îsraîlê zêdetirî 1500 caran peymana agirbestê û biryara 1701ê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kiriye û Lubnan û berxwedêr bi tevahî pêbendî wê bûne.
Çavkaniyên Îbranîaxêv îro danê sibê (şemiyê) ragihandin ku ji başûrê Lubnanê êrişeke mûşekî bo ser bakurê Filistîna dagîrkirî hatiye kirin. Çavkaniyan tekez kirin ku dengê teqînan li bajarokê El-Mutla yê nêzîkî sînorê Libnanê hatin bihîstin, piştî ku du caran sîrenên hişyariyê hatin lêdan.
Çavkaniyên Îsraîlî ragihandin ku 5 roket ji xaka Libnanê ber bi bajarokê Matla yê li bakurê Filistîna dagirbûyî avêtine. Medya Îsraîlî ragihand ku sîstemên parastinê sê ji van mûşekan girtine.
Piştî vê êrîşa mûşekî, balefirên şer ên Îsraîlê çend kêlî berê herêmên El-Xeraîba, bilindahiyên herêma El-Tuffe, derdora bajarokê Kefer Hûna, Cebel El-Cabûr û Kefer Qela yên Lubnanê kirin hedef.
Çavkaniyên Lubnanî ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser navenda bajarê Tolîn li başûrê Lubnanê de 2 kes şehîd bûne û 3 welatî jî birîndar bûne.
..............
Dawiya peyamê/218
Tags
Hizbullaha Lubnanê
Îsraîl
Your Comment