Li gorî rapora koma siyasî ya ajansa nûçan a Navneteweyî Ehl ul Beytê(s.x)-EBNA- Ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî îşev li peyameke televizyonî li ser girîngiya meşa roja Qudsê ya îsal ji salên berê zêdetir nirxand û bal kişand ser girîngiya meşa roja Qudsê ya îsal û destnîşan kir: Bi îzna Xwedê meşa îsal dê yek ji baştirîn, bi heybet û bi rûmettirîn meşa roja Qudsê be.
Rêberê Şoreşa Îslamî di peyama xwe de bal kişand ser vê yekê ku meşa roja Qudsê hertim nîşana yekîtî û desthilatdariya neteweya Îranê ye û got: Ev meş jî nîşana wê yekê ye ku gelê Îranê li ser armancên xwe yên girîng, siyasî û bingehîn de rijd û domdar e û dev ji dirûşma piştgiriya ji Filistînê bernade.
Hezretê Ayetullah Xamineyî meşa roja Qudsê yek ji rûmetên miletê Îranê da zanîn û destnîşan kir: Li çil û şeş salên derbasbûyî de gelê Îranê bi rojî û di şert û mercên hewayê yên curbecur de beşdarî meşa Roja Qudsê bûye û ev amadebûn ne tenê li bajarên mezin, lê li bajarok û gundan jî bûye.
Wî girîngiya meşa roja Qudsê ya îsal ji salên borî zêdetir da zanîn û got: Miletên cîhanê û kesên ku bi sîstema îslamî agehdar in, alîgirê miletê Îranê ne, lê hinek siyaset û hikûmetên dijberê Komara Îslamî ya Îranê bi propagandayan li dijî gelê Îranê nîşan didin ku di nav gelê Îranê de cudahî û lawazbûn heye, lê meşa roja Qudsê dê hemû van gotinan xapandin û derewîn bike.
Rêberê giranqedir ê Şoreşa Îslamî di dawîyê da hêvî xwest ku bi alîkarî û kerema Xwedayê mezin meşa roja Qudsê ya îsal bibe yek ji baştirîn, birûmet û bi rûmettirîn meşa salên dawî.
Dawiya peyamê/
Your Comment