9 April 2025 - 13:02
Raporek li ser rewşa dawîn a li Xezzeyê / Di dîrokê de yekem car 2 mîlyon mirov di yek xetê de hatin dorpêçkirin

Çalakvanekî filistînî di raporta herî dawî ya rewşa zîvala Xezzeyê de got: Bi giştî ev nêzî 45 roj in ku 1 kîlo ard an jî şûşeyek av derbasî Xezzeyê bûye û dorpêç di asta herî dijwar de ye.

Raporek li ser rewşa dawîn a li Xezzeyê / Di dîrokê de yekem car 2 mîlyon mirov di yek xetê de hatin dorpêçkirin

"Mon’êm Mihemed" xwendekarê filistînî yê niştecih li Îranê, li ser kanala xwe ya şexsî li qada sîber ku ji bo agehdarkirina temaşevanên xwe bi rewşa dawî ya Xezzeyê hatî çêkirin, rewşa niha ya Zîvala Xezzeyê şîrove kir.

Zîvala Xezzeyê di rewşeke krîtîk de ye û niha li ser sê herêman bi rewşên cuda cuda hatiye dabeşkirin.

Devera yekem: Refah, bajarekî 3300 salî ku %16ê rûbera Xezeyê pêk tîne, berî şer 40,000 filistînî lê dijîn. Di şer û pevçûnan de, bajar bû penagehek ji bo 1 milyon koçberan, lê niha bi bombebarana bênavber û êrîşên leşkerî bi temamî hatiye valakirin û wêrankirin. Niştecihên Refehê yan şehîd bûne yan jî koçber bûne û ev bajar yekem devera ku li Zîvala Xezzeyê hatiye dagirkirin bû. Refah berê ji sala 1967an heta 2005an hatibû dagirkirin, heta sala 2005an ji aliyê gelê berxwedêr ê Xezzeyê ve hat rizgarkirin.

Raporek li ser rewşa dawîn a li Xezzeyê / Di dîrokê de yekem car 2 mîlyon mirov di yek xetê de hatin dorpêçkirin

Herêma Duyem: Xan Yûnis û Dêr el-Belah
Em rêjeya nifûsê ya herî zêde li Xan Yûnis û Dêr el-Belah dibînin. Devera peravê Xanyûnisê ye ku xelk di konan de dijîn û di meha borî de gelek caran hatiye bombebarankirin. Berevajî îdîayan, ev herêm qet ne ewle ye. Deir el-Belah, li rojhilatê navenda zîvala Xezzeyê, yekane bajar e ku heta niha ji operasyonên bejahî rizgar bûye, û heke hûn di raporên nûçeyan de avahiyên saxlem bibînin, dibe ku ji vî bajarê piçûk be. Nifûsa vî bajarî pir zêde ye, di her daîreyekê de 3 an 4 malbat dijîn. Beriya 4 rojan fermana valakirina %60ê Dêra Belahê hatibû dayîn û ev navçe jî weke deverên din ên Xezzeyê ji bombebarana hewayî û topxaneyê ne ewle ye. Xala girîng ew e ku ji sê nexweşxaneyên li Xezzeyê ê yên ku li gorî çalak in, du li van deveran hene: Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnis û Nexweşxaneya Şehîd Eqsa li Dêr el-Belah. Ev nexweşxane çendîn caran hatine bombebarankirin, lê bi saya hewlên kadroyên pizîşkî hê jî beşên wan ên lezgîn kar dikin

Raporek li ser rewşa dawîn a li Xezzeyê / Di dîrokê de yekem car 2 mîlyon mirov di yek xetê de hatin dorpêçkirin

Herêma Sêyemîn: Şerîda Xezze ya Bakur (Bajarê Xezze û Jabalia)
Rewşa Zîvala Xezzeyê krîtîk e û mirov dikare bibêje ku ev dever bi temamî hatiye kavilkirin û ti xizmetguzariyên pizîşkî li wir nayên kirin. Piştî agirbesteke demkî û 40 roj ji aramiyeke nisbî ku beşek ji nexweşxaneya El-Moamedanî hatin nûavakirin û aktîfkirin, bi dubarebûna bombebaran û êrîşan rewş dîsa krîtîk bû û gelek malbat li kolanan û bê çadir jî dijîn.
Bi giştî ev nêzî 45 roj in ku 1 kîlo ard an jî şûşeyek av derbasî Xezzeyê bûye û dorpêç di asta herî dijwar de ye. Rewşa debara gel gelek zehmet e, peydakirina xwarin û ava vexwarinê jî hema bêje ne mumkun bûye. Tevî van hemû pirsgirêkan, bombebarana kon, nexweşxane, stargeh, rojnamevan û komên alîkariyê berdewam dike û di van rojên dawî de zêdetir bûye û hejmara şehîd û windayan kêlî bi kêlî zêde dibe.
Di dîrokê de cara yekê ye ku zêdetirî 2 milyon kes li kêmtirî 200 kîlometre çargoşe - nîvê rûbera Zîvala Xezzeyê - tên dorpêçkirin û her roj bi hezaran bombe bi ser wan de tên barandin, û cîhan şahid e ku mirov perçe perçe dibin û bi saxî dişewitînin, lê heta niha tu hêzê nekariye van tawanan rawestîne.
Bi bîr tîne; Kesên ku dixwazin li ser geşedanên herî dawî yên li Xezayê fêr bibin dikarin biçin kanala Monemê ya li ser ETA li ser https://eitaa.com/monem_ps.
..............
Dawiya peyamê

Tags
Xezze
FilistînBloka Xezze
Şehîdên Xezzeyê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha