15 April 2025 - 22:41
Peyama Yemenê ji bo keştiyên li Behra Sor: Nêzîkî keştiyên Amerîkayê nebin!

Çavkaniyên yemenî hişyarî dan keştiyên ku hewl didin bi ewle ji Deryaya Sor derbas bibin ku xwe nêzî keştiyên Amerîkî nekin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Ehlul Beyt`ê (s.x) – EBNA-Çavkaniyên agehdar li hevpeyvîna digel rojnameya El-Axbarê tekez kirin: Hêzên çekdar ên Yemenê xîtabî gemiyên ku dixwazin bi selametî ji Deryaya Sor derbas bibin; Wan hişyarî da ku nêzîkî keştiyên şer ên Amerîkî nebin.

Wan got jî ku amadehiya şer a Yemenê ji bo rûbirûbûna gemiya firokgir Carl Vinson, ku gihîştiye Deryaya Sor ji bo tevlî keştiya Harry Truman bibe, ji demên berê cuda ye; Ji ber ku ev gem yek ji girîngtirîn gemiyên Amerîkayê tê hesibandin û armanckirina wê tê wateya armanckirina sembola hêza deryayî ya vî welatî.

Çavkaniyên leşkerî li Yemenê jî ragihandin ku li gorî agahiyên ku bi dest ketine, Harry Truman di hefteyên dawî de gelek caran zirar dîtiye û hewcedariya temîrkirinê heye. Şandina Vinson jî vê agahiyê piştrast dike.

El-Exbar nivîsî: Hêzên yemenî îsbat kirine ku çavdêriya hemû tevgerên Amerîkayê dikin, Bi taybetî ji ber ku piraniya êrîşên wan ên asmanî ji hêla balafirên B-2 ve ji bingeha Diego Garcia li Okyanûsa Pasîfîk têne kirin, ne Truman.

......................

/Dawiya peyamê

Your Comment

You are replying to: .
captcha