Li gorî rapora Ajansa Nûçeyên Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x)- ABNA- Îsmaîl Beqayî di civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane de got ku em di beberê salvegera şehîdbûna Hecî Qasim Silêmanî de ne. Serdarekî ezîz ku jiyana xwe ji bo berevaniya ji şan û şerefa Îranê û rawestana li ber terorîzmê feda kir. Wî got ku doza şehîd Silêmanî ne dozek kesane ye, belku dozek neteweyî ye.Dozxwaziya gelê Îranê ji sebebkarên vê cinayetê ye.Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li berteka gotinên Serokwezîrê Iraqê yên li ser hewldana lidarxistina civînek dualî di navbera Îran û Amerîkayê de got ku destpêkirina pêvajoya muzakireyan pêîwstî bi pabendbûna bi rêzikên muzakireyê heye û heta ku ev yek pêk neyê axaftina li ser avakirina pêvajoya muzakirê nikare rastbînane be.Beqayî di berteka li himber sefera Netanyahu ya Amerîkayê û gefên li dijî Îranê go : Hêz û hejemoniya Îranê ji gel û hemû hebûnên wê çavkaniyê dgre. Em pişta xwe bi qaweta xwe ya derûnî ve girêdidin û emê bi wan şantajan neqehirin .
Dawiya Peyam/
Your Comment