16 April 2025 - 11:24
Bertek li ser girtina Mamosteyê Zanîngeha Îranê ji aliyê Tirkiyê ve

Serokê Lijneya Îdareya Zanîngeha Azad a Îranê binçavkirina mamostayê zanîngehê yê Îranî li Tirkiyê wek helwesteke dijminane wesif kir.“Ev helwest xerîb û ne mentiqî ye.Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Zanîngeha Azad Elî Ekber Welayetî di hevpeyvînekê de ligel peyamnêrê siyasî yê ajansa Tasnim, akademîsyen, nivîskar û kesayetiya naskirî ya îranî di warê çandê de, Dr. lî Ekber Welayetî Wî got ku Ehmed Riza Beyzayî bêyî sedemeke mantiqî û bi awayekî ecêb li Tirkiyê hatiye binçavkirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Doktor Welayetî girtî, 13 Sibat, 2025 diyar kir ku dema Beyzayî bi malbata xwe re li balafirxaneya Stenbolê li benda balafira xwe ya ji bo Tehranê bû, polîsên Tirk malbata wî dersînor kirin û binçav kirin.

Wî diyar kir ku tevî hin hewldanan jî heta niha ravekirineke mantiqî li ser vê mijarê nehatiye dayîn.

Dr.Beyzaî wek mamosta li zanîngehên Tebrîzê kar dike û hewlên azadkirina vî akademîsyenê îranî heta niha jî encam nedaye.

Welayetî bal kişande ser wê yekê ku Îranê hertim tekîd li ser peywendiyên dostane yên digel Tirkiyê li ser esasê mantiq û qanûnên hevdu qebûlkirî kiriye, lê kiryarên bi vî rengî him li dijî yasa û him jî li dijî têkiliyên maqûl in.

Di dawiya axaftina xwe de yek ji berpirsên Wezareta Derve ya Îranê Elî Ekber Welayetî Dr.

Tags: Tirkiye Îran

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha