29 April 2025 - 00:47
Sekreterê Giştî yê Hizbullah: Êrîşên Îsraîlê hewldaneke ji bo guhertina hevkêşeyên siyasî yên Lubnanê ye

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Êrîşa vê dawiyê ya Îsraîlê ser taxên başûrê Beyrûtê bi armanca guhertina qaîdeyên hevsengiyên navçeyî pêk hat.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Şêx Naîm Qasim sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li gotara xwe ya televîzyonî êrişa vê dawiyê ya Rejîma Siyonîst ser taxên başûrî yên Beyrûtê wek destdirêjiya siyasî bi armanca guhertina qaîdeyên hevsengiyên navçê bi nav kir.
Tekez jî kir ku ew êrîş bê hincet e, heta xeyalî be û bi hemahengî û erêkirina Amerîka hatiye kirin.
Şêx Neîm Qasim got: Ev destdirêjî ne tenê rewa nîne, belkî hewldaneke eşkere ye ji bo ferzkirina hevkêşeyên nû û zexta siyasî li ser Lubnanê. Amerîka jî ku hay ji vê êrîşê hebû, nehiştibû, belkî ew li gorî projeyên xwe yên lawazkirina berxwedanê û guhertina hevsengiyên hêzê li herêmê, nirxand.
Wî bal kişande ser wê yekê ku Hizbullah tu tawîzan nade dijmin û got: Li Libnanê tiştek nemaye ku dev jê berde. Her daxwazeke biyanî tenê xizmeta lawazkirina berjewendiyên Lubnan û Îsraîlê dike. Em ê xwe bispêrin hêza xwe, artêş û gelê Lubnanê û ji prensîbên xwe tawîzê nadin.
Rexne li performansa hikûmeta Lubnanê di şopandina binpêkirinan de
Sekreterê Giştî yê Hizbullahê di berdewamiya axaftinên xwe de rexne li berteka hikûmeta Lubnanê li hember êrîşa vê dawiyê girt û ew bi zexteke nerm û sade wesif kir, ku bi gotina wî ji çend îşaretên sembolîk û hin daxuyaniyan derbas nebû.
Şêx Naîm Qasim bang li hikûmeta Lubnanê kir ku tedbîrên berfirehtir û bi bandor bigire û wiha pê de çû: "Erkê hikûmetê ew e ku ji bo dabînkirina ewlehî, azadî û baweriya gel hewl bide û êrîşên Îsraîlê bê bersiv nehêle."
Wî banga zêdekirina fişara dîplomatîk kir, di nav de gazîkirina balyozên pênc welatên mezin ên cîhanê, şandina gilînameyek fermî ji Encumena Ewlekariyê re, û berdewamkirina şopandina tedbîran.
Şêx Naîm Qasim bi taybetî daxwaza nêzîkbûneke bibiryar ji balyozê Amerîkî re kir, ku li gorî wî, bi eşkereyî alîgirê Îsraîlê di helwêstên xwe de ye.
Ji nû ve avakirin, pêşkeftin û xetereyên paşveçûn
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di beşeke din ji axaftinên xwe de herwiha bi tundî paşxistina hikûmeta Lubnanê di prosesa nûavakirina navçeyên xisardar de şermezar kir û hişyarî da ku negirtine di vî warî de, tê wateya peydakirina hejarî, cudahiya civakî û lawazkirina beşek bingehîn ji neteweya Lubnanê.
Wî eşkere kir ku heta niha Hizbullah ji bo 50,000 malbatên ku malên xwe bi temamî ji dest dane, xanî dabîn kiriye û xaniyên nêzîkî 332,000 kesan nûjen kirine.

Şêx Neîm Qasim diyar kir ku nêzî 350 hezar kes ji van xizmetguzariyan sûd wergirtine û got ku divê jinûveavakirin yek ji pêşîneyên bilez ên welatê Lubnanê be.
Sê pêşanî girîng
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di nirxandina rewşa Lubnanê de, tekezî li ser sê xalên bingehîn kir ku divê hevdem bên şopandin:
1. Rawestandina her cure êrîşên Îsraîlê û vegerandina girtiyan.
2. Hewldanên cidî ji bo jinûveavakirina deverên zirar dîtine
3. Bihêzkirin û avakirina dezgehên hikûmetê û parastina serxwebûna welat
Beşdarbûna hilbijartinên herêmî û girîngiya wê
Şêx Naîm Qasim di beşa dawî ya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya beşdariya berfireh a gelê Libnanê di hilbijartinên dahatû yên şaredariyan û encûmenên xwecihî de.
Wî hevpeymaniya hilbijartinên Hizbullahê bi Tevgera Emel re ragihand û got, armanca vê hevpeymaniyê bihêzkirina hevgirtina civakî, pêşxistina navçeyên kêmderfet, çaksaziya sîstema îdarî û pêşkêşkirina modeleke rêveberiya saxlem û bikêrhatî ye.
Emîndarê Giştî yê Hizbullahê di dawiya axaftina xwe de got: Armanca me bi van hilbijartinan ew e ku hebûna rast a gel, nûnertiya êl, êl û komên civakî xurtir bikin û li ser bingeha jêhatîbûn, durustî û bikêrhatiniyê rêveberiyê bidin meşandin.
................................
Dawiya peyamê/
Tags
Hizbullah
Lubnan
 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha