11 June 2025 - 11:45
Weqfa Êtîman ji zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê re ji bo cejnê cil û bergan dîyarî kir

Nûneriya Stenbolê ya Weqfa Êtîman, ji gelek zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê yên ku li Stenbolê dijîn re cil û bergên cejnê dîyarî kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Weqfa Êtîman ku ji malbat û zarokên li erdnigarîya mezlum ên ku di bin herb, zilm û sirgûnîyê de micadeleya jîyanê didin re dibe hêvî, ji gelek zarokên Filistînî û Tirkistana Rojhilatê yên ku li Stenbolê dijîn re cil û bergên cejnê dîyarî kirin. Weqf bi vê dîyarîyê ji kêfxweşîya wan re bû hevpar.

Drama malbatên ku ji axên xwe yên ku di bin zilmê de bûn û bi tinebûnî û îşxalê re micadeleyê didan re derketine û xwe sipartine Tirkîyeyê birînan kurtir dike.

Weqfa Êtîman jî ji bona ku birînên wan derman bike destê xwe yê alîkarîyê dirêjê wan dike, di vê çarçoveyê de ji gelek zarokan re cil û bergên eydanê stand û belav kir.

“Ev ne tenê ji bo alîkarîyê tê kirin, ev ji bo xûşk û biratîyê tê kirin”

Temsîlkara Stenbolê ya Weqfa Êtîman Zehra Işik derheqê xebatê de bi niviskî daxuyanîyek da û got, “Her zarokek mihtacê cilekî germ, gotinekî xweşik û hêvîyê ye. Zarokên me yên Filistînî û Tirkistana Rojhilat, di vê fealîyetê de ne tenê cil û bergekî standin; ew hezkirinekî û însanîyetekî jî girtin. Her gavekî ku ji bona wan ê avêtin pêxistina mûmikekî ye.”

“Alîkarîyekî dibe ku alema wê zarokê veguherîne”

Işik di vê fealîyetê de teşekurê xêrxwazan jî kir û got, “Îro we serî êtîmekî miz da, we hêvîyên wan ên sibe jî mezin kir. Heger hûn dixwazin di van fealîyetan de xêra we jî hebe dikarin bi Wefa Êtîman re bikevin têkilîyê. Bîrva nekin; Alîkarîyekî dibe ku alema wê zarokê veguherîne.” (ÎLKHA)

 WEQFA ÊTÎMAN ZAROK FILISTÎNÎ TIRKISTANA ROJHILAT CIL Û BERG

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha