Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Durzî pêkhateyek olî ye ku xwe yekxwedayî dihesibînin û bi nav dikin. Ola wan di sedsala 11’an a P.Z. de li Misrê di dema serweriya Xelîfeyê Fatimî, el-Hekîm Emir Allah de derketiye holê. Baweriya wan têkeliyek ji Îslama Îsmaîlî, felsefeya Yewnanî û bandorên ji olên dine. Ango, Durzî baweriya xwe bi yek Xwedê tînin, lê xwe wekî şaxek cuda ya Îslama Sunnî û Şîe dibînin.
Durzî bi eslê xwe ji Misrê ne, lê piraniya wan niha li Sûriyeyê dijîn. Ji ber ku ji demên kevin de hatine Sûriyeyê, ew der wek welatê wan ê sereke ye. Hejmara wan heta niha ne zelale. Lê li gorî hin çavkanî û daxuyaniyên melayên wan, niha hejmara wan nêzîkî du milyonane ku ji nîvê zêdetir li Sûriyeyê dijîn. Ango ji sedî 3’yê nifûsa welêt û yên mayî jî li Îsraîl û Urdunê jiyan dikin.
Parêzgeha Suweyda yekem cihê sereke yê Dûrziyane ku dikeve başûrê rojavayê Sûriyeyê. Ev der wekî Çiyayên Dûrzî tê zanîn. Her wiha li paytext Şamê, derdora wê û çend gundên li bakur rojavayê welêt civakên wan ên biçûktir hene. Niha Suweyda bûye meydana şerekî navxweyî.
Wekî pêkhateyek xwecihî û bibandor, Durzî nasnameyek olî û çandî ya xwe hene. Wan ne tenê li ser parastina mîrateya xwe berdewam kirine, her wiha di şêwedana dîroka Sûriyeyê ya hemdem de roleke girîng lîstine. Niha jî di nav aloziya şerê navxweyî de, ew hewl didin ku nasname û hebûna xwe biparêzin.
Tevî hejmara wan a kêm jî, Durzî di dîroka Sûriyeyê de rolên cûr be cûr lîstine û di hinek kêliyên dîrokî de bandor li ser wan kirine. Yek ji van kêliyên dîrokî pêşengiya şoreşa 1925’an li dijî dagirkeriya Fransî bû ku ji aliyê serokê Durzî Sultan Paşa Etreş ve hate birêvebirin. Ev şoreş li seranserê Sûriyeyê bû sembola parastina netewî.
Ji destpêka şerê navxwe yê Suriyeyê ya sala 2011’an ve, civaka Durziyan heya radeyek hewl dan bê alî bimînin û xwe ji pêşbaziyê dûr bixin. Serkirdeyên Durziyan bang li ciwanên Durzî kirin ku xizmeta leşkerî ji dervey herêmên xwe red bikin û tenê ax û mala xwe biparêzin. Ev jî bû sedema avabûna hêza xweparastinê ya navxweyî.
Di salên borî de herêmên Durziyan rastî êrişên komên çekdar ên cûda hat, bi taybet jî DAIŞ’ê gelek caran êriş kir. Ev rewşe bû sedem ku Durzî ji bo parastina ewlekariya herêma xwe, hîn zêdetir pitşa xwe bi hêzên xwe ve bidin girêdan.
Fikirê Durziyan
Hinek çavkanî Durizyan bi mezheba îslam û hinek jî bi olek serbixwe ve girêdidin, ji ber ku hinek ji oldarên wan, weke Şêx Mihemed Ebu Şefre, xwe weke misilman pênase dikin. Di heman demê de li Suriyeyê eşîra Durziyan weke misilman tên naskirin û weke hemû pêkhateyên din yên li wî welatî danûstandin bi wan re hatiye kirin. Wan jî hertim rêzê ji pêxemberên din weke, Îbrahîm, Yaqub, Musa, Îsa, Yusif û Mihemed re girtine. Lê pêxember Şueyb weke pêxemberê xwe yê sereke dibînin. Niha mezargeha Şueyb cihê herî girîng yê kombûna Durziyane.
Bi derve re nazewicin
Durzî bi kesên ji dervey Durziyan re nazewicin, yanî tenê Durzî dikare bi Durziyek re bizewice. Li gel Durziyan nabe kesek bi jinek zêdetir re bizewice, yek ji şertê zewacê jî ewe ku divê her du kesên bihevre dizewicin, rastiya hev bizanin û agahiya wan ji hev hebe. Şertek din jî ewe ku her du kesên dizewicin dikarin piştre ji hev biqetin, lê nabe piştre carek din bên gel hev.
Li gel Durziyan nîşan xwedî watene, lê çekdarên desthilata Şamê hertim henekên xwe bi wan û oldarên wan kirine. Gelek caran bê rêziyê li hemberî Durziyan kirine, yan jî gelek caran bi awayek hovane hatine qetilkirin.
Di dîrokê de hertim gefa tinekirinê li ser Durziyan çêbûye û ew jî weke Kurdan gelek malwêraniyê dîtine. Gelek komên cîhadîst yên îslamî ên radîkal, Durziyan weke kafir pênase dikin û zilim li wan kirine. Ji bo vê hertim banga parastinê dikirin.
Piştî desthilata nû ya Şamê, Durzî gelek caran bûn hedef, bi taybet jî di nava du hefteyên dawî de Durzî rûbiruyî komkujiyên giran tên. Li gorî daneyên ne fermî heya niha 230 kes bi destê çekdarên Ehmed Şere hatine kuştin. Tê gotin bi sedan kes jî dîl hatine girtin û aqûbeta wan nayê zanîn.
Îsraîl ku gelek caran xwe weke parêzvanên Durziyan dide nasîn, di rojên borî de bi balafiran çekdarên Şamê bombebaran kir. Îsraîlê di dema êrişa ser Durziyan de koşka serokkomarî û fermandariya artêşa Şamê jî bombebaran kiribû. Di van du rojên borî de agirbestek hatiye ragihandin û şer rawestiyaye. Lê tê gotin çekdarên girêdayî Hikumeta Veguhêz ya Şamê agirbestê binpê dikin.
Li gorî tê gotin niha di navbera çekdarên Ehmed Şere û Durziyan de şer sekiniye, lê eşîrên Ereb yên li Siwêda dijî Durziyan çek rakirine û xwe weke çekdarên Ehmed Şere didin nasîn. Çekdar dixwazin dawî li Durziyan bînin, lê ji ber alîkariya Îsraîl ya ji bo Durziyan, çekdar nikarin bipêş ve biçin.
Banga alîkariyê
Serokatiya Ruhanî ya Civaka Durziyan bi daxuyaniyekê banga alîkariyê kir û hate gotin; “Em bang li hemû cîhan û hêzên bi bandor dikin, dengê me bigihînin serok Donald Trump, serokwezîr Netanyahu, Mihemed Bin Selman û hemû kesên livê cihanê de xwedî hêz, Siwêdayê rizgar bikin. Gelê me bi bêrehmiyek mezin bêku cûdahî bêxin nava jin, ciwan, kal, şêx û dixtoran de, tên qetilkirin. Cihên îbadetê tên wêrankirin, li ber çavên cîhanê komkujî tên kirin.”
Niha agirbest ketiye meriyetê, lê dîsan ihtîmala şer ya li Siwêdayê heye û ger gef dewam bikin dibe ku komkujiyên mezin jî dijî Durziyan çêbibin. Ji bo rê li komkujiyan bê girtin, Durzî dixwazin Emerîka û Îsraîl rê li êrişan bigirin û destûrê nedin komkujiyan.
Herwiha Durzî dixwazin di navbera Rêveberiya Xweser ya Bakur-Rojhilatê Suriyeyê û Siwêdayê de korîdorek mirovî bê vekirin.
Your Comment