Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA- Mihemed Şiya Sudanî, Serokwezîrê Iraqê di salvegera 42an a Enfala Barzaniyan ,di peyamekê de xitabî gelê Herêma Kurdistanê û bi taybet Mesûd Barzanî got, 42 sal di ser êrişa hovane ya Rejîma Sedam a ser Kurdan û komkujiya wan a bi navê Enfal re derbas bûn, êrişa ku kal û pîr, jin û mêr û ciwanên malbatên Barzanê kir armanc.
Ev cinayet ku bûn sedema koçberbûn û bêserûşûnbûna 8 hezar mirovên bêguneh bi awayekî hovane û nemirovane, belgeyele eşkere ya dîktatorî û cinayeta rejîma Beisê ya hilweşiyayî ne.
Sûdanî di dawiyê de jî gotiye ku ji ber wan cangoriyan û wan xwînên bêguneh ku li kêleka xwîna hemû Iraqiyan hatin rijandin, em ji wê serdema tarî rizgar bûn û di bin siya pergala demokratîk da ber bi azadî û edaletê ve meşiyan.
Serepeyv
Herêma Kurdistanê-IRAQ- ENFAL- BARZANÎ
3 August 2025 - 16:54
News ID: 1714284

Di salvegera Enfalê da, Serokwezîrê Iraqê bi peyameke fermî xwe şirîkê xema malbatên Barzanî bi taybet Mesûd Barzanî zanî.
Your Comment