19 August 2025 - 11:32
"Şehîdketina rojnamevanê Filistînî û kurê wî di êrişa topxaneyê li ser Xezze"

"Rojnamevanekî filistînî bi kurê xwe re, di êrîşa topxaneyê ya topên artêşa dagirker a rejîma siyonîst li navçeya El-Sebra li başûrê bajarê Xezze, hatin şehîdkirin"

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-"Di berdewamiya jenosîdên rejîma siyonîst dijî rojnamevanan û malbatên wan, ‘Îslam El-Komî’, rojnamevanekî filistînî bi kurê xwe re, bi bombebarana artêşa dagirker a rejîma siyonîst li navçeya El-Sebra li başûrê Xezze, hatin şehîdkirin." 

Îslam El-Komî ji rojnamevanên kevn û pispor yên Filistînê bû ku çend sal berê xebata xwe ya ragihandinê di rojnameya "Er-Risale" de dest pê kir û ji wê demê ve, nûçeyên berxwedana Gelê Xezze û krîzên mirovahiyê ragihand. 

Şehîdketina wî careke din nîşan da ku rojnamevanên Xezze bihaya giran didin da ku rastiyan bigihînin cîhanê; riyek ku bi xwîn û fedakariyê berdewam dike. 

Rejîma siyonîst ji destpêka şerê jenosîd li ser Xezze, gelek caran rojnamevanên filistînî armanc girtin da ku dengê rastiyê bêçî bikin û pêşî li derketina jenosîdên xwe bigirin. Di vê navberê de zêdetirî 240 rojnamevanên filistînî hatin şehîdkirin. 

..........

/Dawiya peyamê

Tags (Etîket): 

- Filistîn 

- Rojnamevan 

- Xezze 

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha