23 August 2025 - 11:24
Serokê Şûraya Rêveber a Hizbullahê:Helwesta me Kerbela û Huseynî ye/Em biryara hikûmetê bi fermî nas nakin

Serokê Şûraya Îcra ya Hizbullahê tekez kir ku biryara hikûmeta Lubnanê ya ji bo bêçekkirina berxwedanê biryareke neqanûnî û ne rewa ye û got ku berxwedan çand û nasnameyeke neşikestî ye û her kesê ku li ser lawazî û teslîmbûna berxwedanê û çekên wê hesab dike, xeyalperest e.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Şêx Elî Demûş, serokê Meclîsa Îcra ya Hizbullaha Libnanê, di axaftina xwe ya di nav xutbeyên nimêja înê de, li ser prensîbên vê tevgerê li hember pêvajoyên dawî yên Libnanê û bi taybetî "birara hikûmetê ji bo bêçekkirina berxwedanê" sekinî.

1. Birek Bêmantiq û Xeternak
Wî vê birara hikûmetê wekî xirabkirina eşkere ya "Mîthaqa Neteweyî" û bê kêmtirîn asta "aqlîyet" binav kir û got: "Dibe çi awayê ku welatekî ku axa wê dagir kirî ye û gelê wê rojane tê êrîş kirin, bixwaze ku hêmana herî girîng yê xwe yê hêzê, anku berxwedanê, bêçek bike?" Wî zêde kir: "Mantiq û menfeyên neteweyî dişînin ku wusa hêmanek were parastin, ne ku were wêran kirin."

2. Pêkanîna Fermananên Derve li Şûna Menfeyên Netewey
Demûş bi eşkere got: "Mixabin, hikûmeta ku îro li welat dimeşe, li şûna ku pêşiya menfeyên gelê xwe deyne, menfeyên hêzên derve û fermanan pêk tîne." Wî vê birarê wekî "pir xeternak û bi encamên nepêşbînbar" binav kir ku "welat dixe serî de teqînê" û ji hikûmetê xwest ku ji vê birarê vekişe.

*3. Guherandina Tecawiza Derve bibû Krîzek Navxweyî
Serokê Meclîsa Îcra ya Hizbullahê, bi derheqê encamên navxweyî yên vê birarê de got: "Hikûmet bi vê kirina xwe, pirsgirêka bi duşmenê Sihyonîst veguheriye krîzekek navxweyî û rê ji bo demek tijî xeter û alozî vekiriye. Di heman demê de erkê hikûmetê yekîtî peyda kirin e, ne kûrtir kirina cudahiyan."

4. Berxwedan; Nasnameyek Ji Çekê Durtir
Wî berxwedanê wekî "nîşana cîhadî û nasnameya civakî" binav kir ku bi xwina şehîdan hatiye avakirin û tu kes nikare wê bi birarekê jê bibe. Demûş tekîd kir: "Çekê berxwedanê, ne çekek navxweyî an jî derveyê çarçoveyê ye, belê eynî çek e ku beşek mezin ji axa welat azad kir û di çar dehsalên borî de parêzvanê Libnanê bû. Ev çek, ku hemû şerên duşmen nikaribû wê wêran bike, bi amûrên piçûk nayê rakirin."

5. Hişyariya Dawî: Pilekirina Li Ser Lawazbûna Berxwedanê, Xeyalek E
Demûş di dawiyê de bi hişyarekî bihêz got: "Heya ku êrîş hebe, çekê berxwedanê jî dê hebe. Her kes ku li gor pêvajoyên herêmî û navneteweyî li ser lawazbûna berxwedanê pile bike, di xeletiyeke mezin û xeyalekî de ye." Wî rewşa Hizbullahê wekî "Hiseynî" binav kir û got: "Me heya niha ji bo parastina aştiya welat xwe girtiye, lê heke hikûmet li ser birara xwe bisekine, dibe ku em bi rêyeke din bizivirin. Em eynî tiştê dibêjin ku Îmam Hiseyn (a.s) di roja Aşûrê de got: 'Heyhat mina zilîtî' (Em qet ê li bin zilîtî neçin)."

...................

/Dawiya peyamê
Etîket
Hizbullah Lubnan
Damûş
Berxwedan

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha