Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -ABNA-Hejmara kujtîyên du êrişên esmanîyên Îsrayîlê bo ser bingeheke serbazî ya hukûmeta Colanî bûye çar Ev êrîş li derdora herêma "El-Kiswah" a li başûrê rojavayê gundewarê Şamê li nêzî rêya ku ber bi parêzgeha Suwêda ve diçe pêk hatin. Hemû qurbanî ji lîwaya 44 a supayê hukûmeta Colanî bûn û bi navê "Lîwaya EbûBekir Elsidîq" dihên naskirin û bi kêmanî yek ji ewan fermandeyên evê grûpa leşkerî bû. Her wiha di van êrîşan de 4 kesên din jî birîndar bûn û rewşa yek ji wan giran e. Ev êrîş li hev hatin ku balafirên bê mirov ên Îsraîlê li asîmanên herêmê difirin û ev yek jî fikarên zêdekirina aloziya leşkerî li başûrê Sûriyeyê zêde dike.
..............................
Dawiya peyamê /
Tags: Hikûmeta Colanî, artêşa Îsraîlê, Sûriye
Your Comment