8 October 2025 - 20:07
Li Stenbolê operasyon: Gelek kesên navdar hatin desteserkirin

Derbarê 19 navdarên Tirkiyê de bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir biryara desteserkirinê hat dayîn.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) ABNA-Lêpirsîn ji aliyê Buroya Lêpirsînên Sûcên Qaçaxçîtî, Narkotîk û Aborî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin.

Di çarçoveya vê operasyonê de bi tohmeta bikaranîna madeyên hişbir an jî hişyarker operasyon li gelek kesan hat kirin ku di nav wan de gelek navdarên ku ji aliyê raya giştî ve tên naskirin jî hene.

Di çarçoveya operasyona ku ji aliyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgeha Stenbolê ve hat kirin gelek kesên naskirirî hatine desteserkirin ji bo ku îfadeyên wan werin girtin û nimûneyên xwînê werin dayîn.

Serepeyv

TIRKIYÊ-STENBOLÊ- DESTESERKIRIN

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha