Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Bayt (S.X) - ABNA-Artêşa Rejîma Siyonîst di bin siya bêdengiya gumanbar a hikûmeta demkî ya Colanî û çira kesk a Amerîkayê dagirkerî û kiryarên xwe yên destdirêjkerane li axa Sûriyê berdewam dike û careke din bi êrişa ser navçeya parastî ya xwezayî ya derdora bakurê Quneyterê li başûrê Sûriyê dest bi çandina maynan li derdora vê herêmê kirin.
Çavkaniyên herêmî yên Sûriyê her wiha ragihandin ku artêşa Rejîma Siyonîst vê dawiyê li nêzîkî vê herêma parastî baregehek leşkerî ava kirine. Xelkê Quneyterê bêdengiya hikûmeta Colanî li hember gera nû ya dagirkeriya siyonîstan li axa Sûriyê rexne kirin û ragehandin ev bêdengî li hember herîkêm 600 êrişên hewayî yên vê rejîmê dijî Sûriyê û ketina siyonîstan nav axa Sûriyê û avakirina zêdetirî 10 baregehan li deverên cûda yên Sûriyê bi şik û guman e.
Serepeyv
RÉJÎMA SIYONÎST-SûRÎYE
Your Comment