25 October 2025 - 10:57
Teqînek kontrolkirî li navenda dîplomatîk a Amerîkî li paytextaê Iraq

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqiê di daxianiyekê de sandi ku li navenda dîplomatîk a bafarigeha Bexdayê teqînek trolkirî dê kirin

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlul Baytê (S.X) - ABNA - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê roja Şemiyê ragihand ku teqînek kontrolkirî dê li Navenda Piştgiriya Dîplomasî ya Amerîkayê li Balafirgeha Bexdayê pêk were.

Daxuyaniyek ji aliyê Balyozxaneya Amerîkayê ve bi rêya platforma "X" hatiye dayîn û wiha hatiye gotin: Îro di navbera saet 9ê sibê û 12ê nîvroyê de li gorî dema herêmî teqînek kontrolkirî dê pêk were.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin: Karbidestên Iraqî hatine agahdarkirin ku roja Şemiyê, 25ê Cotmehê, di navbera saet 9ê sibê û 12ê nîvroyê de li Navenda Piştgiriya Dîplomasî ya Bexdayê, ku tesîseke dîplomatîk a Amerîkayê ye, teqînek kontrolkirî dê pêk were.

Navenda Piştgiriya Dîplomasî ya Amerîkayê li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê ye û ev ne cara yekem e ku teqînek wisa li vê navendê çêdibe; Balyozxaneya Amerîkayê berê di meha Tîrmehê de teqînek wisa ragihandibû.

.............................

Dawiya peyamê/

Etîket

Balyozxaneya Amerîkayê

Iraq

Bexda

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha