11 November 2025 - 11:05
Colanî: Piştgîriya Amerîkayê ji hêzên Kurd ên Sûriyê dê heta hetaiyê nebe

Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê, dema sefera bo Amerîkayê got ev welata naxweze piştgîriya xwe ji HSD`ê bi awayekî bêsînor bidomîne.

Mihemed Colanî ku ji bo hevdîtina tev Trump seredana Waşîngtonê kiriye li hevdîtina bi hejmarek serok û çalakên civaka sûriyan li Waşîngtonê got: Kar li ser hevhatina ewlehiyê ya nû ya bi Rejîma Siyûnîst re berdewam e û hikûmeta wî li dû dabînkirina istiqrarê li başûrê welêt e ta ku bikaribe zêdetir di pêvajoya ji nûve avakirinê de hewl bide. 

Colanî amajeyî rola Waşîngtonê di gotûbêjên nika tev HSD`ê kir û got: Amerîka rola navbeynkar a di navbera Şamê û HSD`ê de dilîze lê naxweze ku bêdawî piştgîriya xwe ji HSD`ê bidomîne. Wî got: Çavlirê ye dahatiya peywendiyên bi HSD`ê re di du mehên dahatî de zelal bibe

SÛRIYE -AMARÎKA -HSD  -MIHEMMED COLANÎ (EHMED ŞER)- kURDÊN SÛRIYÊ

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha