10 December 2025 - 20:29
Analîstê berê yê CIAyê Larry C.Johnson dibêje:Hêza leşkerî ya Îranê niha ji şerê 12rojan zêdetir xurt e û DYA nikare bi rêya leşkerî Îranê teslîm bikê

Analîstê berê yê CIA di hevpeyvînekê de ligel Abna: Niha şiyanên leşkerî yên Îranê li gorî şerê 12 rojî pir bi hêztir in/ Amerîka nikare teslîmbûna leşkerî ya Îranê bipejirîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê(S.X)-ABNA-Larry C. Johnson, şirovekarê berê yê Ajansa Navendî ya Îstixbarata Amerîkayê, li hevpeyvîna digel ajansa nûçeyan a Abna, amaje bi îtîrafên vê dawiyê yên rayedarên Amerîkayê li ser têkçûna siyasetên destwerdana vî welatî li hember Îranê kir û bal kişand ser vê yekê ku ev guhertin bi rastî rûpî ne.

Wî bal kişande ser stratejiya ewlehiya neteweyî ya sala 2025`an, ku Îranê wek "hêza sereke ya bêîstiqrar li herêmê" dide nasîn, lê di heman demê de îdia dike ku welat bi tundî lawaz bûye.

Johnson tekez kir ku şiyana mûşekî û navokî ya Îranê kêm nebûye û bernama navokî ya wî welatî hîn bihêz e.

Wî herwisa bal kişande ser hêza Îranê ya bergiriyê û diyar kir ku hevkariyên leşkerî yên Îranê bi Rûsiya û Çînê re pêgeha vî welatî li hemberî Amerîkayê bihêztir kiriye.

Di derbarê nifûza Îranê li Iraqê jî ev şirovekar got: Têkiliyên bihêz ên Îranê bi komên şîe û hêzên çekdar ên vî welatî re di siyaseta navxweyî de sûdeke berçav dide wê. Komên ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, weke Heşd El Şeabî(wekî Hêzên Seferberiya Gel), di diyarkirina serokwezîr û bandorkirina yasayan de roleke sereke dilîzin.

Johnson di wê baweriyê de ye ku Îran niha ne tenê lawaz bûye, belkî wek aktorekî navendî di geşedanên navçeyî de tê naskirin û şiyana birêvebirina kêşe û zextên derve heye.

................................

/Dawiya peyamê

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha