16 December 2025 - 20:57
Şêwirmendê Rêberê Girandre Îranê: Îran li dijî plana Trump a ji bo Qefqasyayê ye

Şêwirmendê Rêberê Îranê got, "Plana Trump ji bo Qefqasyayê wekî Korîdora Zengezûrê ye û Komara Îslamî ya Îranê bi tundî li dijî wê ye."

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlulbeyt (s.x) - ABNA – Elî Ekber Welayetî şêwirmendê rêberê Îranê di karûbarên navdewletî de, di hevdîtina bi Grîgor Hakopyan, balyozê Ermenistanê li Tehranê re, li ser guherînên dawî yên herêmî û navdewletî axivîn.

Welayetî di wê hevdîtinê de, plana bi navê “Trump” ya Qefqasyayê wekî heman plana “Korîdora Zengezurê” binav kir û got: Îran ji destpêka gotûbêjkirina plana Korîdora Zengezurê ve bi tundî dijberiya xwe ji bo guhertina sînoran û guhertinên ku dê bibin gef li ser welat, diyar kiriye û niha jî bi tundî li dijî wê planê disekine.

Her wiha got: Sedema sereke ya dijberiya Îranê li gel wê planê, rêxweşkirina amadebûna NATO li bakurê Îranê û xistina ewlehiya bakurê Îranê û başûrê Rûsyayê di metirsiyê de ye.

………………….

Dawiya Peyam/

Your Comment

You are replying to: .
captcha