Li gorî raporta ABNA-Wezîrê karên Derve yê Îranê di hevpeyvîna tev Şebekeya El Cezreyê da gefên leşkerî yên Rejîma Sîyonîst û Amerîkayê pirranî şerê rewanî bi nav kir u got: Ezmûna di encama şerên buhurî da nîşan daye ku ew bi êrişên leşkerî negihîştine armancên xwe. Ebbas Iraqçî herwiha got: Heta heke binkeyên navokî tûşî zîyanê bibin, zanist u teknolojî û vîna gelê Îranê ne ya jinavbirinê ye. Wezîrê Karên Derve yê Îranê hişyarî da: Heke Amerîka êrişê bike, Îran jî dê êrişî binkeyên Amerîkayê bike, bila li her derekê bin u pêgirî kir ku Îran ne dijminê welatên cînar e. Wî ji ber sepandina dubare ya boykotên neqanûnî yên Amerîkayê û kiryarên her sê welatên ewrûpî rexne kir u got ku wan kiryarana zîyan gîhand dîplomasîyê û rêya çareserkirinê dijwartir kirîye. Ebbas Iraqçî di koma mamoste u xwendekarên Zannîgeha Mîgîmoyê da jî got: Amerîka xwe mafdar dibîne ku destwerdanê li her dera cîhanê bike u her welatê ku ne ser xêra Waşîngtonê kar bike, dixe ber boykotan u terorê. Iraqçî got: Rejîma Sîyonîst di 2 salên buhurî da êrişî 7 welatên herêma me kirîye û zêde ji 70 hezar kes li Xezzeyê qirr kirîye, lê Amerîka u welatên ewrûpî tam bêdeng in û wisa ew parastine ku her cinayet u karekî ku bixwaze, dike.
………………
Dawiya peyamê/
Your Comment